Li Semsûrê bi hezaran kes tevlî kongreya HDP'ê bûn

img
SEMSÛR - Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, di 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî ya Bajar a HDP'ê ya Semsûrê de axivî û ev tişt got: "Kesên ku diqot taqet nameya bila bên li Semsûrê taqetê binêrin."
 
Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Semsûrê, 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî bi dûrişmeya "Dem dema HDP'ê ye" li eywaneke dewetê ya bajar li dar xist. Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Hevşaredarê Bajaroka Komirê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên Rêxistinên Sivîl û gelek kes tevlî kongreyê bûn. Li eywana ku kongre lê hat lidarxistin pankartên "HDP nikare bê girtin û vîna gel nayê kelemçekirin" û "Dem: dema jin û azadiyê dema HDP'ê ye" hatin vekirin. 
 
Beriya destpêkirina kongreyê girseyê goven gerand. Piştî hilbijartina dîvanê Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, axivî û got, 'Kesên ku diqot taqet nameya bila bên li Semsûrê taqetê binêrin."
 
Axaftina Beştaş timik bi dûrişmeyan hat birîn. 
 
'EM Ê LI HER DERÊ TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN'
 
Di axaftina xwe de Beştaş, diyar kir ku AMP-MHP wê careke din destûr ji gel negirin û ev tişt gotin: "Bi şev û roj êrişê HDP'ê dikin. Heke HDP nebe wê çi bikin gelo. Ew dibijin şer em dibêjin aştî." Piştre Beştaş daxuyaniya Erdogan a derbarê biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya destnedayin û darizandina parlamenterên HDP'ê de bi bîr xist û wiha axivî: "Dibêje, 'Ji biryarên DMME'yê re rêz nagirim'. Tu kê yî? Weke her welatiyî tu jî neçarî rêz bigirî. Weke HDP em ê li her derî têkoşîna xwe bidomînin. Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî biryara girtina HDP'ê da. Xiza xwe nagire niha jî dibêje bila DMME bê girtin."
 
'ÇIMA TEV LI SÎNORÊN TIRKIYEYÊ DIJÎN?'
 
Di berdewama axaftina xwe de Beştaş, êrişa li dijîn Serokê DAIŞ'ê ya li Îdlibê bi bîr xist û wiha pê de çû: "Serokekî din ê DAIŞ'ê li sînorê Tirkiyeyê hat kuştin. Çima tev li sînorê Tirkiyeyê dijîn? Hûn vê ji kê bipirsin bipirsin wê bibêjin ji ber ku ew der ewle ye loma li wir dijîn. hê jî hesên ku digotin, 'Kobanê ket ha ket' didomin. Berjewendiya wan di şer de ye."
 
QEDEXEYÊN TITÛNÊ
 
Di dawiya axaftina xwe de Beştaş, bal kişand ser qedeya titûnê ya ji 1'ê çileyê de dest pê kiriye û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: "Ji bo ku qanûn derbas nebe em li meclisê têkoşiyan. Mirov mehkûmî birçîbûnê hatin hiştin. Ji bo ku ev qanûn bê vekişandin tişta ji destê me bê em ê bikin. Ev nayê qebûlkirin. Ji bo vekişandina qanûnê em ê têkoşîna hevpar mezin bikin."
 
Piştî xwendina raporên xebatê ji bo diyarkirina hevserokên bajar hilbijartin hat kirin û di encama hilbijartinê de Zelîha Karinca û Bekîr Gurbuz bûn HevseroKê HDP'a Semsûrê.