Maçîn: Hatina Barzanî wekî ku kêrê li hestên netewî xistibe

img

RIHA - Parlamenterê HDP'ê Nusrettîn Maçîn bertek nîşanî hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Tirkiyê Erdogan da û got: "Hatina Barzanî ya Tirkiyê û hevdîtina li gel Erdogan wekî ku kêrê li hestên neteweyî xistibe ye.” 

Tirkiyeyê piştî ku DAIŞ li Hesekê têk çû di 1’ê Sibatê de êrişî Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Şengal û herêmên Dêrik û Şehba yên Rojavayê Kurdistanê kir. Di encama bombebaranan de li Mexmûrê 2, li Şengalê 3 û li Dêrikê jî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Gelek kes jî di van êrişan de birîndar bûn. Piştî êrişên hewayî bi rojêkî Serokkomarê AKP’yî yê Tirkiyê Tayyîp Erdogan û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Qesra Serokkomariyê ya li Enqereyê hevdîtinek kirin. Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Nusrettîn Maçîn têkildarî vê hevdîtinê ji ajansa me re axivî.
 
'ÊRIŞA HESEKÊ PLANA TIRKIYÊ BÛ' 
 
Maçin diyar kir ku dewleta Tirkiyê her dem polîtîkaya xwe li ser dijminatiya kurdan ava kiriye û wiha got: “Ji sala 2015’an heta  îro wekî desthilatdariya AKP'ê û şirîkê wê MHP tenê ne li Bakûrê Kurdistanê her wiha li Rojava û Başûrê Kurdistanê de jî polîtîkayên dijminatî didin meşandin. Herî zêde ev polîtîka li Rojava derket holê. Ev berê li Kobanê derketibû niha jî li Hesekê derket. Êrişa li ser Girtîgeha Hesekê bi plansaziya Tirkiyê hat amadekirin. Em dizanin ku 45 roj berî bûyerê Tirkiye û Şam diyalogek îstîxbaratî bi hev re kirin. Ev diyalog dida nîşan ku dewleta Tirk wê li Rojava bûyerek mezin derxe. Ev bûyer bûyera Hesekê bû. 6 meha amadekarî kiribûn. Di nav de dewleta Tirk û hikûmeta Şamê jî hebûn û DAIŞ jî ev plansazî pêk anî.” 
 
'LI HEMBERÎ KURDAN DAIŞ’Ê BIKAR TÎNIN' 
 
Maçîn anî ziman ku HSD bi operayona" Gurzê Gelan" pêşiya qetlîamêk mezin girt û wiha domand: "DAIŞ li Hesekê têk çû lê Tirkiye wekî berdawamiya planê 1’ê Sibatê de êrişî Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Şengal û herêmên Dêrik û Şehba yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Ev heman plan e. Wan digot, 'DAIŞ bi ser bikeve em ê ji êriş bikin û kurda li Rojava tasfiye bikin’. Piştî êrişan me dît ku Tirkiye û Sûriye bi zelalî gotin ‘hêzên QSD’ê sûc kirine’. Parastina li dijî DAIŞ’ê jî di çavên wan de sûc tê dîtin. Ev tiştekî pir balkêş e. 4 dewlet hene li herêmê lê DAIŞ çima tenê bi kurdan re li Rojhilata Navîn şer dike? Ser navê dîn êrişî herî gelê mazlûm dike, qetlîaman dike. Di vir de vekirî û eşkere ye ku dewletên serwer piştgiriya DAIŞ’ê dikin. Dem bi dem Îran, dem bi dem Iraq û dem bi dem ji Suriye û Tirkiye DAIŞ’ê bikar tînin. Pir zelal li hember kurdan DAIŞ’ê bikar tînin.” 
 
'DERBÊ LI HESTÊN NETEWEYÎ XISTIYE’ 
 
Maçin di berdewamîya axaftina xwe de bertek nîşanî hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê AKP’yî Erdogan da û wiha axivî: “Hatina Serokê Herêma Kurdistanê di vê merheleyê de bi rastî jî ne tenê kêmasiya dîplomasiyê ye di heman demê de di warê hestên neteweyî de jî kêmasiyek mezin e. Ew bê hestiyarî ye. Serokê gelekî dema li ser axa wî welatî însan tên qetilkirin, hevdîtinek wiha di hêla dîplomasiya netewî de kêmasiyek pir mezin e. Ji ber wê dibe kurd bi rêxistin bin. Kîjan hêz kîjan partî dema bercewendiyê kurdan ji bo partiya xwe bikar bîne, divê li dijî wê tev bigere ku kurd bi rêxistinî li hemberî wê yekê helwest bigirin, rexne û şarmezar bikin. Ev hevdîtin jî tê wê wateyê wek ku kêr li hestên netewî hatibin xistin. Nayê qabûlkirin. Ev tiştekî ne rast e. Divê ji bo yekîtiya neteweyî hevdîtinên wiha çêbin ne hevdîtinên wiha. Ev bandorek neyînî li yekîtîye netewî ya kurd dike."
 
'DIVÊ TAVILÊ KURD LI HEV BICIVIN’ 
 
Maçîn bi bîr xist ku cenazeyê 5 endamê HPG’ê yên ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin kuştin hejî nedane malbatên wan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dewleta Tirk ev 2 sal e bi hênceta PKK dixwaze axa herêma Kurdistanê dagir bike. Di wî warê da pir qereqol hatin avakirin û başûr di nav aloziyek mezin de ye. Di vê pêvajoyê de dibe kurd bi hev re bin û helwesta xwe bikin yek. Lê helwestek hevbeş tine. Dem bi dem dixwazin kurda bînin li hember hevdu. 5 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan, du re 5 şervanên PKK jiyana xwe ji dest dan. Armanc ew e ku şerê navxweyî were derxistin. Lê bi ser neketin. Mirovekî jiyana xwe ji dest bide kî dibe bila bibe divê ji mirî re rêz were girtin. Dayikên ku li Deriyê Sêmalkan 111 roj daxwaza cenaze kirin lê PDK li hemberî wê bêdeng ma. Ev nirxek mirovahiyê ye. Di dîroka kurdan de mînaka vê tine ye. Divê gavek beriya gavekê cenaze radestî malbatan werin kirin. Divê îro şûn ve kurd ji bo yekîtiya netewî werin cem hev.” 
 
MA / Emrullah Acar