Taşçier: Rêya Sêyem dê siyaseta Tirkiyeyê biguherîne

img

AMED - Parlementerê HDP'ê Îmam Taşçier, diyar kir ku partîya wan ne "lîstikvan e, leyîstiksaz e" û ya ku siyaseta welêt biguherîn e jî vebijêrka Rêya Sêyem e. 

Nîqaşên ji bo hilbijartina pêşwext didomin. Li gel van nîqaşan, xebatên partiyan ên ji bo tifaqan jî didomin. Herî dawî bi bangawaziya Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû serokên giştî yên CHP, Partîya ÎYÎ, Partiya Saadet (SP), Partiya Demokrat (DP), Partiya DEVA û Partiya Gelecekê li hev kom bûn. Li hemberî vê, xebatên ji bo "Rêya Sêyem" ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî didomin. 
 
Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, nîqaşên derbarê tifaqan û "Rêya Sêyem" de nirxandin. 
 
 
HÊZA HDP'Ê
 
Taşçier, bal kişand ser girîngiya siyaseta alternatîf û got: "Em di siyaset Tirkiyeyê de hevsengek in. Em ne mecbûr in bibin yêdekên tifaqên cuda yan jî li dijî wan bin." 
 
Taşçier, bibîr xist ku berê bi partiyên siyasî yên Kurd re tifaqek çêkirine û niha jî ji bo çareserkirina meseleya kurdî û pirsgirêkên din bi partiyên çep û sosyalîst re di nav xebateke tifaqê de ne û got: "Me di hilbijartinên herêmî yên borî de nîşan da bê em partiyek çawa ne. Di wê hilbijartinê de me cihekî wekî Stenbolê teslîm kir. Eynî wekî me welatek teslîm kiribe. Em partiyek wisa ne ku çarenivîsa welêt diyar dikin." 
 
FIKIRÊN OCALAN
 
Taşçier, destnîşan kir ku "Rêya Sêyem" ku wekî alternatîfekê diparêzin, pêşniyareke Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û û got: "Em li gel vê vebijêrkê ne ku teoriya wê aydê Ocalan e. Ger Rêya Sêyem tune be û em vê pêk neynin, dê ne meseleya demokrasiyê ya Tirkiyeyê çareser bibe, ne jî meseleya kurdî. Çareserkirina van meseleyan bi Rêya Sêyem pêkan e." 
 
Taşçier, bal kişand ser civîna serokên giştî yên 6 partiyan û got: "Bi partiyeke ku di hilbijartinê de ji sedî yek ray girtine re rûdinên, lê xwe nadin ber ku bi HDP'ê re rûnên. Em ne li gel Tifaqa Gel in, ne jî li gel Tifaqa Cumhûrê ne. A rast ev nîşan dide bê ka Rêya Sêyem rêyeke çi qas mafdar e. Em ancax dikarin bi vê rêyê van lîstikan pûç bikin. Partiyeke xwedî rêjeyeke ji sedî 15 dikare hemû îqtidaran biguherîne. Em hêza xwe ji hêzên demokrasiyê yên welêt û gelê kurd digirin." 
 
‘RÊYA SÊYEM'
 
Taşçier, ragihand ku di dema xebatên partiyê de gel piştgiriya Rêya Sêyem dike û got: "Gelê me di Rêya Sêyem de israr dike. Diyar dikin ku her du eniyên partiyên pergalê dê nikaribin meseleya kurdî çareser bikin. Gel jî dibêje, rêyeke sêyem divê. Îro ro gel bi xwe rêya xwe diyar dike." 
 
'EM LEYÎSSAZ IN'
 
Taşçier, diyar kir ku di hilbijartineke mihtemel de teqez wê bi ser bikevin û hem partiyên îqtidarê hem jî her 6 partiyên din ên li hev kom bûne di her şert û mercî de muhtacî wan in û got: "Ev partî, dê li gor me şikil bidin xwe. Dê mecbûr bimînin ku daxwazên me esas bigirin. Dibe ku em bi namzetê xwe tevli hilbijartina serokkomariyê bibin. Di hilbijartinên Tirkiyeyê em êdî ne lîstikvan in, em leyîstiksaz bi xwe ne. Di hilbijartinên serokkomariyê de hesabekî wekî derbasbûna dupartîbûnê hebû. Lê HDP'ê hesab xera kirin. HDP, dê kurdan, sosyalîstan û hemû bindestan têxe meclîsê. Pirsgirêkeke HDP'ê ya wekî bendê tune ye. Lê em dixwazin partiyên çep û soyaslît ên din jî têxin meclîsê.Di hilbijartina serokkomariyê de jî daxwazên me yên girîng hene. Ger daxwazên me neyên qebûlkirin, em ê bi namzetê xwe tevli hilbijartinê bibin. Divê em vê jî diyar bikin; vebijêrka Rêya Sêyem dê siyaseta Tirkiyeyê biguherîne û dê rê li ber asoyên nû veke." 
 
MA / Ergîn Çaglar