Bûldan: Rojên serkeftina me nêzîk in

img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku Tifaqa Demokrasiyê lihevrûniştina rêya ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve diçe ye û got: “Em dikarin bi hev re Tirkiyek xweş ava bikin. Em hemû bi hev re dikarin bi ser bikevin. Rojên em qezenc bikin nêzîk in.” 

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di komcivîna partiya xwe li Meclisê de axivî û mijarên di rojevê de nirxandin. Malbata Gulistan Doku ya di 5’ê çileya 2020’an de li Dersimê hat windakirin jî beşdarî komcivîna HDP’ê bû. 
 
Buldan bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bi kurmancî axivî û vê rojê pîroz kir û wiha got: “Zimanê me jiyana me ye. Zimanê me azadiya me ye. Divê hemû ziman azad bin, ramanger û zimanzanê kurd Celadet Bedirxan dibêje, ‘Zimanên biyanî çek û kincên me ne, lê zimanê kurdî çerm û laşê me ye. Mirov dikare cil û bergên xwe ji xwe bike lê çermê xwe nikare ji xwe bike’. Em dizanin ku zimanê me yê dayikê mohra jiyanê û mala me ye. Ji ber vê yekê em sînorên zimanê xwe wekî sînorên cîhana xwe qebûl dikin. Bi vê minasebetê ez zimanê dayikê yê hemû gelên ku li Tirkiyeyê pîroz dikim. Li dijî zimanan her cûre êriş û hewldanên asîmîlasyonê hene. Lewma têkoşîna zimanê zikmakî têkoşînek dev jê nayê berdan. Gelek ziman bi tunebûnê re rûbirû ne.” 
 
‘HDP ALTERNATÎFA HÊZA HÊRÎ XURT A DEMOKRATÎK E’ 
 
Buldan anî ziman ku ew li her derê têdikoşin û wiha dewam kir: “Ji salonan heta dadgehan em li her qadê têkoşînê mezin dikin. Em ranawestin. Em hewl didin ku li kêleka gelên ku di her qadên jiyanê de rastî neheqiyê hatine û mafên xwe dixwazin, bibin dengê wan û li daxwazên wan xwedî derkevin. Li gel van hemûyan em pêvajoya kongreyên xwe ku helbet qonaxeke girîng a xebata me ye, bi hemû leza xwe berdewam dikin. Du roj berê me kongreya xwe ya Mêrsînê li dar xist, me bi coşeke mezin li dar xist, me bi girseyeke qelebalix pêk anî. Me hefteya borî kongreya xwe ya Îzmîrê li dar xist. Kongreyên me yên ku veguherîn coşek mezin nîşan dide ku; HDP li hemû Tirkiyeyê hêviyek mezin e! HDP wêrekiya civakî ye ku dîwarên tirsê hilweşîne. HDP alternatîfa herî xurt a demokratîk e ku wê Tirkiyeyê ji hilweşîna ku tê xwestin Tirkiyê bixin navê, rizgar bike. HDP temînata aştiya bi rûmet, çareseriya demokratîk, edalet û demokrasiyê ye!
 
‘DIXWAZIN HÊVIYA AZADIYÊ BITEPISÎNIN’ 
 
Ewilî dixwazin hêviya welatekî û civakekî hilweşînin. Ger hûn bala xwe bidinê hemû polîtîkayên hikûmeta AKP-MHP’ê hêviya gelan dike armanc. Bi polîtîkaya mirina di zindanan de hewl didin mafê mirovan ê hêviyê tine bikin! Agahiyên mirina girtiyên nexweş ên li girtîgehê, ku diviyabû bihata berdan, dewam dike. Hêviya jiyanê ji hundir ve di bin êrişên giran de ye. Bi birçîbûn, xizanî û bêkariyê hêviya gelan a ji bo pêşerojeke geş, dikin hedef. Em dibînin ku hêviya aştiyê bi tecrîdê, polîtîkaya xitimandinê û pevçûnê di bin êrîşan de dihêlin! Dixwazin bi hedefgirtina maf û azadiyan hêviya demokrasiyê bitepisînin. Haya me ji vê heye. Bi belavkirina bêhiqûqiyê dixwazin hêviya edaletê tarî bikin.”
 
‘GUH BIDIN MALBATA DOKU’ 
 
Buldan anî ziman ku malbata Gulistan Doku ya 780 roj in winda ye jî îro beşdarî civîna wan bûye û xwest rayedar guh bidin qîrîna malbatê û got divê komîsyona lêkolînê were avakirin. 
 
Bûldan destnîşan kir ku li Tirkiyê hemû beşên civakî dibin armanca êrişên îktidarê û dixwazin bi vî awayî siyaseta demokratîk tune bikin. Buldan êrişa li dijî avahiya partiya xwe navçeya Yuregîra Edeneyê şermezar kir û got ev êriş jî berdewama êrişa li dijî avahiya wan Îzmîrê û Bahçelîevlera Stenbolê ye. 
 
‘HÛN Ê TÊK BIÇIN’ 
 
Bûldan da zanîn ku yên her roj êrişî HDP’ê dikin û dikin hedef wê bi tevî şirîkên xwe ve têk biçin û wê HDP jî serpêhatiya serkeftina rastî her binivisîne û wê HDP bi berxwedan û tifaqa xwe xwe mezin bike û li pêş bixe. Bûldan destnîşan kir ku HDP û pêkhateyên xwe li bi gel re pêl bi pêl mezin dibin û bi ser îktidarê ve diçin û xwest her kes li meşa HDP’ê ya pêl bi pêl mezin dibe binêre. Bûldan diyar kir ku wê tu kes nikaribe HDP’ê têk bibe û bêzar bike û wê hêzên demokrasiyê û gel qet û qet destûra têkbirina HDP’ê nede. 
 
‘HÛN ÎKTIDARA ZILMÊ NE’
 
Bûldan bal kişand ser zextên îktidarê û wiha domand: “Ji bo li ser navê mîlyonan bêjim, ji vir carek din dibêjim; Na! Teqez gelê me ji dahat û çavkaniyên welêt sûd wernagire! Karker, teqawid, feqîr, jin û ciwan jê sûdê nagirin. Tenê hûn, Qesra we û şagirtên we sûdê werdigirin. Çeteya we ku ji 5 kesan pêk tê sûdê werdigire. Çeteyên we yên ku we bi mûçeyên ku hûn di şerê Sûriyê de piştgirî dikin, sûdê werdigirin. Diziya navmalî û neteweyî û plana we ya talanê ji dahata welêt sûdê werdigire. Ew ji îstîsmarê wêdetir e. Bi rastî hûn barê herî mezin ê li ser vî welatî ne. Hûn li serê vî welatî bûne kulfetek giran. Hûn îktidara zilmê ne. Gel ne mecbûr e barê we hilbigire û wê hilnegire! Gel wê we nede pişta xwe.”
 
‘DÊ XELK WE TÊK BIBE’ 
 
Bûldan bal kişand ser bihakirina ceyran, gaza xwezayî û pêdiviyên rojane yên xelkê û got: “Divê gel bi yek dengî li dijî talan wan derkeve û bêje bes e. Rojek KDV’ê dadixînin. Roja din dibêjin em ê av û ceyranê kêm bikin. Em jî dibêjin ev zem zema îktidarê ye. Qet meraq nekin. Wê gel di hilbijartinê de bersiva herî baş bide we û we ji îktidarê bixîne. Li her derê çalakiyên karker û kedkaran hene. Tam jî dem dema ku hêrsa me û îtîrazên me bibin yek deng e. Her ku em têbikoşin em ê bi ser bikevin. Her ku em bi ser bikevin, em ê mezin bibin.” 
 
TIFAQA DEMOKRASIYÊ WÊ BI SER BIKEVE 
 
Bûldan bal kişand ser pirsgirêka kurd û wiha pê de çû: “Ji pirsgirêka kurd heta pirsgirêka demokrasiyê, ji pirsgirêkên civaka Elewî heta îstîsmara kedê, ji jinan heta ciwanan hemû pirsgirêkên civakî pirsgirêkên me yên hevpar in. Çareserî jî hevpar e. Rêya me jî hevpar e. Partiya me ku di heman demê de partiyeke tifaqê ye, bi hêzên ku ji ked û demokrasiyê li jiyanê dinêrin, bi mûxalefeta civakî re tê cem hev û ji bo mezinkirina tifaqa demokrasiyê li rêyên mezinkirina tifaqê digere. Ji ber ku em hemû bi hev re bindest û rastî zilmê tên, em tenê bi hev re, mil bi mil bidin milê ev em ê vê hêza li hember rawestînin û rizgariyê bi dest bixin. Tifaqa Demokrasiyê, tifaqa têkoşînê yekkirina rêya ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve ye. Tifaqa kesên ku dixwazin jiyaneke nû bidin destpêkirin e. Xwediyê herî xurt ê vê tifaqê bêguman gelê me ye, gelê me ye. Tifaqa Demokrasiyê lihevrûniştina rêya ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve diçe ye. Em dikarin bi hev re Tirkiyek xweş ava bikin. Em hemû bi hev re dikarin bi ser bikevin. Rojên em qezenc bikin nêzîk in.” 
 
Piştî axaftina Bûldan, xwişka Gulistan Doku, Aygul Doku derket ser kursî û axivî.