Beştaş: Em bibiyar in ku Tifaqa Demokrasiyê ava bikin

img

ENQERE - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku partiya wan ji bo Tirkiyeyê şensekî mezine û wiha got: “Em bibiryar in ku Rêya 3’yemîn birêxistin bikin û Tifaqa Demokrasiyê ava bikin.” 

Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Beştaş bal kişand ser Mutabaqata Dolmabahçeyê ya di 28’ê sibata 2015’an de hatiye mohrkirin û wiha got: “Îro, 28’ê Sibatê ye û dixwazim du salvegeran bi bîr bixim. Yek ji wan salvegera darbeya post-modern a 28’ê Sibata 1997’an e. Bi ser re 25 sal derbas bûn. Darbeyeke mezin li siyasetê xist. Ew serdem baş bi bîra me tê. Siyaset xist bin wesayeta xwe û kir ku pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê heta roja me jî neyên çareserkirin.”
 
MUTABAQATA DOLMABAHÇEYÊ 
 
Beştaş, bi bîr xist ku salvegera duyemîn jî Mutabaqata Dolmabahçeyê ye û wiha domand: “Di 28’ê sibata 2015’an de hat parvekirin. Wê demê hêviyek mezin li Tirkiyeyê hebû û mirovan dikariyan biaxivin. Mutabaqata ku rêyên çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê tê de hatibûn destnîşankirin, her wiha rêyên demokratîkkirina komarê pêşkeşî saziyên siyasetê û civakê dikirin. Bi darbeya post-modern a 28’ê Sibatê re demokrasî ji binî ve dihat tunekirin û lê bi Mutabaqata Dolmabahçeyê re avakirina aştiyê û komareke demokratîk ji dinyayê re dihat ragihandin. AKP a ku wê demê digot; ‘em bi hêvî li benda vê bangewaziyê bûn’, di demên piştre de ji bo desthilatdariya xwe tune kir. Bi vê yekê re jî îdiaya kesên digotin ‘28’ê Sibatê dê hezar salan bidome’ heta roja me jî anî.” 
 
SEPANÊN AKP’Ê
 
Di berdewamê de Beştaş anî ziman ku darbeya post-modern bi destê AKP’ê tê domandin û wiha pê de çû: “Bi AKP’ê re êdî rejîma qeyûman kete dîroka siyasî ya Tirkiyeyê. Qedexekirina grevan, bêhiqûqî, binpêkirina mafan û îşkenceya birêkûpêk a li girtîgehan, wesayeta li ser saziyên siyasetê û parlamentoyê, sansûra li ser çapemeniyê û hwd. didomin. Tu carî ewqas îşkence û binçavkirin nehatine kirin. Anku 28’ê Sibata 1997’an hêj di roja me de jî didome. Lewma dema AKP’î vê darbeyê şermezar dikin, bo min ecêb tê.” 
 
‘DIVÊ DÎSA LI MUTABAQATÊ VEGERIN’
 
Beştaş, da zanîn ku bi ser înkarkirina Mutabaqata Dolmabahçeyê re 7 sal derbas bûn û wiha got: “Desthilatiya AKP’ê, di nava van 7 salan de gelên Tirkiyeyê di hêla aborî, siyasî û civakî de ber bi qeyreneke kûr ve bir. Birînên xedar di hêviyên aştiyê de vekirin. Yên bi daxwaza aştiyê dadikevin kolanan jî rastî tundiyeke mezin tên. Di serdemeke ku krîzên piralî yên kûrewî û xetereyên jeopolîtîk tên jiyîn de hewceye yekitiya gelan were xurtkirin û ji bo ku ji vê xeta agir xelas bibin jî divê li Mutabaqata Dolmabahçeyê vegerin. Ev, berpirsyariyekî dîrokî ye. Dema em qala vê mutabaqatê dikin, nabe ku em qala tecrîda li Îmraliyê nekin. Mutabaqata Dolmabahçeyê, fikra birêz Ocalan bû ku niha di bin tecrîdeke giran de ye. Lewma jî em dixwazin ku dîsa li Mutabaqata Dolmabahçeyê vegerin, rejîma li Îmraliyê bi dawî bikin û rê bidin ku birêz Ocalan bi malbat, parêzer û saziyên siyasetê re hevdîtinan bike.” 
 
‘EM Ê DI 8’Ê ADARÊ DE BIQÎRIN’
 
Beştaş, piştre bal kişand ser 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û ev tişt anî ziman: “Em ketin hefteya 8’ê Adarê. Em ê tevî Meclisa Jinan a partiya xwe, bi dirûşma ‘em ê biguherînin û niha dema jinan e’ li her çar aliyên Tirkiyeyê 8’ê Adarê pêşwazî bikin. Em ê vê rojê, bi tifaq, piştevanî û berxwedaneke mezin a jinan pêşwazî bikin. Dê li dijî polîtîkaya tundiya li jinan tê kirin, cudakarî, tacîz û destdirêjî dengê xwe bilind bikin. Ez, ji her niha ve 8’ê Adarê pîroz dikim.” 
 
ŞERÊ HEGEMONYAYÊ 
 
Piştre jî Beştaş qala şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de kir û da zanîn ku şerekî cîhanê diqewime. Beştaş, diyar kir ku weke HDP’ê, daxwaza wan ew e ku ev operasyona dagirkeriyê bi dawî bibe, çareseriyeke siyasî were peydakirin û hevdîtin bên destpêkirin. Bi domdarî Beştaş anî ziman ku Ûkrayna veguheriye qada şerê du blokên hegemonîk û wiha derbirî: “Lê yên herî zêde ziyanê dibînin, gel in. Yên ku dê qezenc bikin jî lobiyên çekan in. Vî şerî jî nîşanî me da ku rejîmên otorîter, bi serê gelan ve bela ne. Yek ji mînakên vê jî Putîn e. Bangewaziya wî ya ji bo çekên nukleerî nîşan da bê ka gefeke çawa ye.” 
 
‘BO EFRÎNÊ MILÎTARÎST LÊ BO ÛKRAYNAYÊ BÛN DIJBERÊN ŞER’
 
Beştaş, bal kişand ser Peymana Tengavan a Montroyê û wiha axivî: “Tekane peymana ku Behra Reş ji destwerdaneke leşkerî diparêze, Peymana Tengavan a Montroyê ye. Divê ev peyman êdî neyê nîqaşkirin. Ji bo ku qala vê peymanê bikin, 4 rojan xwe bêdeng kirin. Banga me jî ji bo rejîma Qesrê ew e ku li gorî xalên Montroyê tevbigerin. Mijara din jî, nêzikatiya YE’yê ya li hemberî penaberan e. Bi awayekî wijdanî nêz dibin. Erê baş e we çima heman helwest bo penaberên Sûriyeyî nîşan nedida? Ev, nêzikatiyeke durû ye. Li hêla din, piştî şerê Ûkraynayê, li Tirkiyeyê bi dehhezaran kes di bin navê ‘dijbertiya şer’ de daketin kolanan. Erê baş e, dema Tirkiyeyê Efrîn dagir dikir we çima dengê xwe nedikir? Yên ku wê demê pesna mîlîtarîzmê didan û şer pîroz didîtin, niha yên bûn dijberên şer. Ev durûtî ye.”
 
‘MUXALEFETÊ EM NEVEXWENDIN’
 
Piştî civîna çapemeniyê jî Beştaş bersiva pirsên rojnamegeran da. Li ser pirsa rojnamegerekî ku digot, ‘gelo partiyên muxalefetê hûn vexwendin civîna xwe yan na’, Beştaş ev bersiv da: “Vexwendineke fermî nebû. Em ne saziyeke civaka sivîl lê 3’yemîn mezintirîn partiya Tirkiyeyê ne. Ev her 6 partiyên muxalîf dicivin û em jî di rêya xwe de dimeşin. Me jî rojek berê civîneke mezin kir û encamên wê bi raya giştî re parve kirin. Koordînasyon hat avakirin. Weke HDP’ê em bibiryar in ku rêya 3’yemîn birêxistin bikin û Tifaqa Demokrasiyê ava bikin. Em baş pê dizanîn ku ji bo hemwelatiyên Tirkiyeyê û gelan, alternatîfeke bihêz in. Em ê bidin ser rêya xwe û em gelek keyfxweş in ku eleqeyeke mezin bo HDP’ê heye.”