HDP û HDK’ê bang li Ewropayê kir: Deriyên xwe li hemû penaberan vekin

img

ENQERE - HDP û HDK’ê bi daxuyaniyeke hevpar bertek nîşanî cotstandartiya welatên ewropî ya li hemberî penaberan da û xwestin ku deriyên xwe bo hemû penaberan vekin. 

 
Komîsyona Koçber û Penaberan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Meclisa Koçberî û Penaberan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarî rewşa penaberên di şerê Ûkrayna û Rûsyayê de li Navenda Giştî ya HDP’ê daxuyaniyeke hevpar dan. 
 
Hevberdevkê Komîsyona Koçber û Penaberan a HDP’ê Velî Saçilik diyar kir ku ji ber şerê li Ûkraynayê, gelek mirov ji cih û warên xwe bûne. Saçilik, daxuyaniya Polonyayê ku digot, “Deriyên me bo koçberên Ûkraynayê vekirî ne” bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Lê heman Polonyayê çend meh berê tundî li koçberên kurd dikir û nedihiştin derbas bibin. Di navbera penaberan de cotstandartiyê dikin. Koçberên Ûkraynayî dema diçin welatekî, li pêşiya wan tu astengî nayên derxistin. Em jî ji ber vê yekê keyfxweş in. Li hêla din jî li hemberî Efrîqeyiyên çermê wan reş, nêzikatiyeke cuda û muameleyeke xerab heye. Bombebarankirina stargehên Ûkraynayê û yên Rojava tiştekî ji hev cuda nîne.”
 
‘DIVÊ EWROPA DERIYÊN XWE VEKE’
 
Ji Meclisa Koçberî û Penaberan a HDK’ê Zeyno Bayramoglu jî got ku di serî de jin û zarok, divê Ewropa deriyên xwe li hemû penaberan veke. Bayramoglu, da zanîn ku di şer de herî zêde jin û zarok tên qetilkirin û wiha bi dawî kir: “Bêyî ku ferq û cudahiyê bêxin navberê, divê welatên ewropî deriyên xwe li hemû penaberan vekin. Ji ber ku berpirsyarên vî şerî ew in. Weke HDK’ê daxwaza me ewe ku ev şer bê bidawîkirin.”