Pekoz: Wexta ku Ocalan diaxive dengê aştiyê bilind dibe

img
OSMANIYE - Parlamenterê HDP’ê Kemal Pekoz bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Wexta ku Ocalan diaxive dengê aştiyê bilind dibe.” 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Osmaniyê Kongreya xwe ya Asayî ya 4'emîn li avahiya partiya xwe li dar xist. Polîsan derdora avahiya HDP’ê bi bariyeran dorpêç kir. Parlamenterê HDP’ê yê Edeneyê Kemal Pekoz û rêveber û gelek kes beşdarî kongreyê bûn. 
 
Di kongreyê de li ber stranan govend hat gerandin. Hevserokê HDP’a Osmaniyê Alî Coşkûn bal kişand ser zextên ku polîs li endam û partiya wan dike û got tevî hemû zext û polîtîkayên çewisandinê jî dê dest ji têkoşîna xwe bernedin û xwe bihêztir bikin. 
 
'OCALAN KENGÊ BIAXIVE AŞTÎ PÊK TÊ’ 
 
Parlamenter Kemal Pekoz jî axivî û anî ziman ku AKP ji bo ku ji desthilatdariya xwe ve nekeve tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan giran dike û wiha got: “AKP polîtîkayên xwe şer didomîne. Lê birêz Ocalan kengê axivî wê çaxê dengê aştiyê bilind bûye û rêya çareseriyê hatiye vekirin. Lê ji bo vê asteng bikin, polîtîkayên şer didomînin. Lê şer hilweşandin e, şer kuştina însanan e. Her roj agahiya kuştina mirovan tê. Werin em tev bi hev re li dijî şer derkevin.” 
 
AKTAŞ Û EKER HATIN BIJARTIN 
 
Piştî axaftinan bi yek lîsteyê hilbijartin pêk hat û Fahriye Aktaş û Celal Eker ji bo hevserokatiya bajêr hatin bijartin.