Ji ber beşdarbûna Newrozê Hevserokên HDP’ê spasiya milyonan kirin

img
ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar tekildarî pîrozbahiyên Newrozê de ev peyam parve kirin: “Em spasiya milyonan kesên ku li ruhê Newroza 2013’an û Deklarasyona Dolmabahçeyê derketin dikin.”
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar têkildarî Newroza 2022’yan a bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” hate pîroz kirin daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de bi gotina “Milyonên ku bi pîrozbahiyên bihişmet hêvî, bawerî û berxwedan mezinkirin re spasiyên xwe pêş dikin” spasiyên xwe pêşkeşî gelên ku di pêvajoyeke zor û zehmet de qadên Newrozê dagirtin kirin. 
 
SPASIYA BERXWEDÊRAN DIKIN
 
Di berdewama daxuyaniya Bûldan û Sancar de wiha hate gotin: “Ji Geverê heta Çanakkaleyê, ji Wanê heta Stenbolê, ji Amedê heta Îzmîrê, ji Îdirê heta Denîzliyê, ji Cizîrê heta Çûkûrovayê em spasiya gelê xwe dikin ku seranserê welêt bi agirê Newrozê germ kirin. Spasiya jinan dikin ku ji 8'ê Adarê ve li qadan li ber xwe didin. Spasiya ciwanan dikin ku bi biryardariyeke mezin xwedî li paşerojê derdikevin. Ji 7 salî heta 70 salî spasiya berxwedêran dikin.
 
Em ji her demê bêhtir bi hêvî, coş û bi biryar in. Bi hêza ku ji gelê me, ji pîrozbahiyên Newrozê yên bi heybet wergirtî em bi biryar in ku têkoşînê mezin bikin û bi ser bikevin. Em careke din Newrozê li gelê me, gelên me pîroz dikin.”