Gunay: Newrozê tifaq nîşan da divê tifaqa netewî pêk were

img
ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay anî ziman ku Newroza 2022’yan tifaqa kurdan nîşan da û got: “Divê rêveberiya Başûrê Kurdistanê nebe parçeyek plana AKP-MHP’ê û pişta xwe nede gelê kurd.” 
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanên di rojevê de nirxand. 
 
Gunay beşek ji daxuyaniya xwe bi kurdî jî da. Daxuyaniya Gunay a beşa kurdî wiha ye: 
 
"Çapemeniya hêja Newroza 2022’yan bu nîşaneya tifaqa kurdan. Weneya ku li qadan xuyadikir nişaneya tifaqa kurdan bû. Gelê kurd êdî azadî û yekitiya netewayî dixwaze. Yên ku neyartiya kurdan dikin dixwazin ku kurdan bikin bindest. AKP û MHP li ser kurdan desthilatdariya xwe û êrişên xwe mezin dike. Naxwazin ku kurd li tu derê bibin yek. Bibin xwedî statuyekê. Lê belê kurdan li dijî asimilasyon û qetlîaman li her derê li ber xwe dan û dê berxwedana xwe berdewam bikin. 
 
DIVÊ HIKÛMETA BAŞÛR PIŞTA XWE NEDE GELÊ KURD 
 
Lewma hemû alî bi taybetî jî divê rêveberiya Başurê Kurdistanê vê berxwedanê bibîne û nekeve nav planên AKP û MHP’ê. Heke ku îro piştgiriyê bidin planên AKP û MHP’ê dê ev ji bo destkeftiyên neteweyî bibe darbeyek pir mezin. Lê gelê kurd êdî van darbeyan naxwaze. Gelê kurd li qadên Newrozê peyamên girîng û bersivek mezin da. Divê her kurd xwedî li vê bersivê derkeve û daxwaza tifaqa neteweyî bicîh bîne. Divê Başûrê Kurdistan nekeve nav lîstikên AKP û MHP’ê û divê pişta xwe nede gelê kurd.
 
GAZÎ MIHEMED BIBÎRA ANÎ
 
Bi minasebeta darvekirina Qazî Mihemed û hevalên wî ez carek din Qazî Mihemed bibîr tinim û bangewaziyek dikim. Yekitî û aştî ji bo serfiraziya gelê kurd pêwiste. Divê her kes ji bo bicihanîna vê wasiyeta Gazî Mihemed tev bigere.”