Alavî: Hewce be ji bo deriyê sînor em ê serî li hêzê bidin

img

ENQERE - Piştî ziyareta Erdogan a Tahranê Bexda ket nava tevgerê. Sefîrê Enqere yê Iraqê Alavî diyar kir ku ger hewce be dê bi Tirkiye re hevpar mudaxaleyî deriyê sînor bikin û serî li hêzê bidin. 

Sefîrê Enqere yê Iraqê Hişam Ali Ekber Îbrahim el Alavî, diyar kir ku Serokwezîrê Tirkiye Binalî Yildirim dê di demek nêzîk de biçe Bexdeyê. Îbrahim el Alavî, anî ziman ku ji bo kontrola deriyê sînor ger hewce be dê bi Tirkiye re serî li hêzê bidin û mudaxale bikin.