Sancar: Demokrasiya herêmî bingeha Tifaqa Demokrasiyê ye

img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku hewceye demokrasiya herêmî li dijî otorîterîtiyê bê xurtkirin û wiha got: “Çawa ku têkoşîna herêmî hêza bingehîn a Tifaqa Demokrasiyê be, demokrasiya herêmî jî dilê demokrasiya pêşketî ye.”

 
Hevserokên bajêr ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Navenda Giştî ya partiyê civîn li dar xist. Axaftina destpêkê ya partiyê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar kir. Sancar, bi bîr xist ku wan ev sal, weke sala fînalê destnîşan kiribûn û wiha got: “Ji her alî ve diyar e ku dê saleke wisa be. Di vê çarçoveyê de gelek berpirsyarî dikevin ser milê me. Yên ku vê rastiyê radixin ber çavan jî hûn in ku li herêman siyasetê dikin. Berxwedan; teşeya hebûna me, cewhera têkoşîna me û şêweyê siyaseta me ye. Lê ev yek tenê bi berxwedanê nabe. Divê em tiştekî li ser zêde bikin.” 
 
DEM DEMA AVAKIRINÊ YE
 
Mîthat Sancar, di berdewamê de bal kişand ser kongreya partiyê ya 2 sal berê û wiha domand: “Me wê demê got; ‘Piştî berxwedanê, karê me karê avakirinê ye.’ Niha jî dem dema avakirinê ye. Ji vê gotinê mebesta me ew e ku dê bi pergaleke nû re edaleta civakî, aştî û azadiyan bînin vî welatî. Em ê vê pergalê bi hev re ava bikin. Ev pergal dê di serî de jî bi têkoşîna we ya li herêman ava bibe. Em ê vê pêvajoya avakirinê li herêman bidin destpêkirin. Avakirina tifaqa demokrasiyê, anîna demokrasî û aştiyê armanca me ya esasî ye. Heke gel karî xwe bi xwe birêve bibe, wê demê dikare qala demokrasiya rasteqîn bê kirin.”
 
‘DEMOKRASIYA HERÊMÎ GIRÎNG E’
 
Sancar, bi domdarî bal kişand ser hevdîtin û civînên ji bo avakirina Tifaqa Demokrasiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê têkoşîna hevpar li qadan bê xurtkirin ku ya esasî jî ev e. Ji bo vê avakirinê, rol û berpirsyariya dikeve ser milên we gelek girîng e. Em dixwazin demokrasiyeke xurt ava bikin û li ser vê bingehê jî aştiyê pêk bînin. Gava vê hewldana ya herî girîng jî, demokrasiya herêmî ye. Têkoşîna herêmî çawa ku girîngtirîn hêza Tifaqa Demokrasiyê be, demokrasiya herêmî jî dilê demokrasiya bihêz e. Em hemû baş pê dizanin ku heta demokrasiya herêmî nebe, tu demokrasî jî nikarin bên avakirin.” 
 
AVAKIRINA AŞTIYA CIVAKÎ
 
Bi domdarî Sancar destnîşan kir ku di halê hazir de desthilatdarî ji bo sazkirina faşîzmê her tişta ji dest tê dike û wiha derbirî: “Navendîtî, bi xwe re otorîterbûnê tîne. Li dijî vê hewldanê jî alternatîfa herî baş, demokrasiya xurt e. Rêya ber bi vê armancê ve diçe, demokrasiya herêmî ye. Heke em demokrasiyê bi vî awayî ava bikin, dê bikarin aştiya civakî ya mezin jî ava bikin.” 
 
‘RÊYA 3’YEMÎN, RÊYA XELASIYÊ YE’
 
Di berdewamê de Sancar got ku demorasiya herêmî, di heman demê de şêweyekî xwebirêxistinkirin û têkoşînê ye û wiha pê de çû: “Divê demokrasiya herêmî li herêman bê avakirin û tifaq jî tenê bi hevdîtinên navendî bisînor nemînin. Ev yek girîng e. Bêyî ku hûn xwe li benda navendê bigirin, dikarin bi hemû hêzên demokrasiyê yên bajêr re bên ba hev û xebatên xwe bidomînin. Ji bo ku em xwe bigihînin armancên xwe, ev yek girîng e. Li dijî hewldana sazûmankirina faşîzmê, alternatîfa herî xurt HDP ye. Dema em qala Rêya 3’yemîn dikin, ya ku em dixwazin bibêjin ew e ku li ser demokrasiya herêmî pergaleke demokratîk ava bikin. Lewma HDP û Rêya 3’yemîn û Tifaqa Demokrasiyê ku bi pêşengtiya HDP’ê tê avakirin, rêya xelasiyê ye.” 
 
TUNDIYA POLÎSAN
 
Sancar, diyar kir ku ji sedî 90’î civaka Tirkiyeyê xizan e û wiha got: “Sedema krîza heyî jî ev pergale ye. Heke demokrasî, edalet û azadî nebe, li wê derê xizanî û kedxwarî pêş dikeve. Li welatên wiha jî kesek nikare qala aştiyê bike û tundî li her qada jiyanê berbelav dibe. Tundiya polîsan, zexta li girtîgehan tê kirin û tecrîda giran a li Îmraliyê tevek jî encama vê ne. Zîhniyeteka tehemûla definkirina cenaze jî nake li holê ye. Ji karkeran heta jinan û her aliyê civak û xwezayê, li her deverê tundî tê kirin.” 
 
CEZAYÊ ÎDAMÊ YÊ FIÎLÎ
 
Di berdewamê de Sancar bal kişand ser mirina girtî Mehmet Sevînç ku li Girtîgeha Akhîsar a Manîsayê jiyana xwe ji dest dabû û ev tişt anî ziman: “Mehmet Sevînç tevî ku nexweş bû, nehat berdan û li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Ev yek bi tena serê xwe ji xwe zilm e. Yek ji mînakên van sepanan jî li dijî rêhevala me Aysel Tugluk tê kirin. Hemû kes dizane ku nikare li girtîgehê bimîne. Lê hêj di girtîgehê de ye. Bi vê sepana xwe re cezayê îdamê bi awayekî fiîlî xistine meriyetê. Malbata Sevînç û hevalên wî cenazeyê wî digirin û ji bo definkirinê diçin navçeyeke Kocaeliyê. Lê melayê mizgeftê qebûl nake ku nimêja cenazeyî bike. Ser re wesayîta cenazeyê jî nade. Li aliyê din jî polîsan ji bo definkirinê astengiyan derdixînin. Gelo ev yek di kîjan baweriyê de heye? Zîhniyeteke wiha gelo dikare çi bide civakekê?” 
 
DOZA KOBANÊ
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di berdewama axaftina xwe de qala Doza Kobanê kir û wiha derbirî: “Em di serdemeke wisa de dijîn ku her roj operasyonên polîsan tên kirin û bi destê darazê kompas tên amadekirin. Doza Kobanê yek ji mînakên vê ye. Roj nîne ku ev kompas bêhtir neyê teşhîrkirin lê dîsa jî desthilatdarî xwedî lê derdikeve. Hevalên me her roj bi parastinên xwe wan mehkûm dikin û divê em jî dengê wan bêhtir bidin bihîstin.” 
 
‘BI DESTÊ QEYÛMAN CIVAKÊ DIRIZÎNIN’
 
Bi domdarî Sancar bal kişand ser tayînkirina qeyûman û ev nirxandin kir: “Hewce nake vê mijarê bi dûvdirêjî vebêjim. Lê divê em vê neheqiyê li her derê vebêjin. Her nelirêtî û cureyeke xespê bi destê qeyûman tê kirin. Çerxa rizandina civakê û bêexlaqiyê bi destê wan tê zivirandin. Li bajarên qeyûm lê hatine tayînkirin ne tenê vîna gelê kurd lê ya hemû gelan tê xespkirin. Ji bo ku em bikarin pêşî li van polîtîkayan bigirin, serdema pêşiya me serdemeke girîng e. Dê têkoşîna li herêman tê dayîn jî mohra xwe li vê serdemê bide.”
 
‘NIFTEYA AŞTIYÊ, ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD E’
 
Sancar, got ku di rêya ber bi aştiya mezin ve pêngava herî mezin çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk e û ev tişt anî ziman: “Nifteya aştiya mezin a Tirkiyeyê, çareserkirina pirsgirêka kurd e. Ev nifte jî destê me û we de ye. Bi aştiya mezin re em ê pergalekî wisa ava bikin ku dawiyê li tundiya ser jinê û xwezayê bîne. Di halê hazir de bajarên herî xizan, bajarên kurdan e. Sedema vê ya herî mezin jî polîtîkaya înkar û tunekirinê, polîtîkaya bêesilkirinê ye. Lewma divê em bêhtir xwedî li pergala ku em dixwazin ava bikin, derkevin. Bi Rêya 3’yemîn re dê cihêkariya di navbera gelan de tê kirin rabe û pergaleke azadîxwaz û demokrasîparêz bikeve nava jiyana me.” 
 
STRATEJIYA HDP’Ê YA DI HILBIJARTINÊ DE 
 
Sancar, da zanîn ku kî çi dike bila bike lê dê nekare pêşî li ber fikra HDP’ê bigirin û axaftina xwe wiha qedand: “Bi dozên girtinê û Doza Kompasê ya Kobanê dixwazin me bêzar bikin lê dê nekarin bi ser kevin. Kesek nikare fikriyata HDP’ê li vê erdnîgariyê tune bike. Coşa di 8’ê Adarê û di Newrozê de peyama herî vekirî dabû. Ji her çar aliyên welêt bi milyonan kes daketin kolanan û li gel biryardariya xwe, her wiha nîşan dan bê ka dê çawa xwedî li pêvajoya jinûveavakirinê derkeivn. Lewma berpirsiyar me hîn zêdetir bû. Rêya herî bingehîn a rûxandina vê desthilatdariyê ew e ku em alternatîfeke xurt nîşanî vî gelî bidin. Alternatîfa me heye û em ne tenê dê vê desthilatdariyê têk bibin, her wiha dê vê pergala ku tundîn li her qadê belav kirî jî biguherînin. Her ku têkoşîna hevpar xurt dibe jî em bêhtir nêzî van armancên xwe dibin. Em ê stratejiya xwe ya di hilbijartinê de jî li ser têkoşîna hevpar û tifaqa demokrasiyê ava bikin.”
 
Piştî axaftina Sancar, civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.