'Gelo şûştina cenaze qedexe ye?'

img
ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Hişyar Ozsoy mirina bi guman a girtî Mehmet Sevînç bir rojeva Meclisê û vê pirsê kir: “Gelo şûştina cenaze qedexe ye?” 
 
Mehmet Sevînç ê ji sala 1992’yan ve girtîbû û di 3’yê nîsanê de li Girtîgeha Akhîsara Manîsayê bi awayek guman xwîn rijiya ser mêjiyê wî, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Hişyar Ozsoy mirina bi guman a Sevînç bir rojeva Meclisê. Ozsoya bi daxwaza ku Cîgirê Serokkomar Fuat Oktay pêşniyaznameya wî bibersivîne çend pirsan kir û destnîşan kir ku şûştina cenazeyê Sevînç li Daricaya Kocaeliyê hatiye astengkirin. Ozsoy derbarê mirina bi guman a Sevînç de vê pirsê ji Fuat Oktay kir: “Gelo şûştin û nimêja cenaze qedexe ye?” Ozsoy xwest tavilê pêşniyazname were bersivandin.