Sancar: Îktidar dixwaze bi vî şerî emrê xwe dirêj bike

img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku îktidarê li dijî Herêma Kurdistanê ne operasyona derveyî sînor, polîtîkaya şer ku dixwaze xwe pê li ser pêya bigire daye destpêkirin û dixwaze herêmê di nava şer de bihêle. 

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan Mîthat Sancar di komcivîna partiya xwe de axivî. Komeleya 69’an a Mêrsînê, xizmên girtiyan ên ji Herêma Marmarayê û Malbatên Pirsûsê tevli komcivînê bûn. 
 
Sancar di destpêka axaftina xwe de Cejna Çarşema Sor a civaka êzdî û Cejna Paskalya ya Xirîstiyanan pîroz kir. 
Sancar destnîşan kir ku li Tirkiyê 37 girtîgehên nû tên çêkirin û got: “Çêkirina van girtîgehan tê wateya girtin, darizandin, binçavkirinên neheq û îşkence û zilmê. Girtîgeh heyî bûne navendên îşkenceyê û binpêkirina mafên mirovan û muameleya nebaş a bêsînor. Li Girtîgeha Sîlîvriyê Ferhan Yilmaz di encama îşkenceyê de hat qetilkirin. Rêveberiya girtîgehê bi israr ser îşkenceyê digire. Em ji vir pir eşkere dibêjin, divê tavilê midûrê Girtîgeha Sîlîvriyê ji wezîfeyê were girtin û derbarê îşkenceyê de lêpirsîn bê destpêkirin. Em ê vê mijarê bişopînin. Heke em li dijî îşkence û zilmê dengê xwe nekin û li ber ranebin, dê zilm û îşkence zêdetir bibe. Wê îşkence û hovîtiya Zindana Amedê ya 12’ê Îlonê xwe ji nû ve li me bide der.” 
 
‘EM DENGÊ XWE DERXIN’ 
 
Sancar anî ziman ku ew ê rê nedin polîtîkayên îktidarê ku welat terkî neheqiyê û birçîbûnê û şer bike û got: “Werin em hemû hev re li dijî vê zilmê û polîtîkaya şer û krîza aborî dengê xwe derxin û em hêza xwe bikin yek. Ev banga me ji bo tevahiya rêxistinên maf e. Ji bo hemû derdorên demokrasiyê ye. Ji bo hemû partiyên muxalefetê û hemû kesên xwedî wîjdan e. Siberoja welat me hemûyan eleqedar dike. Werin em mil bidin milê hev û vê zilmê rawestînin û vê pergalê biguherînin. Heke em têkoşînek hevpar û di vê çarçoveyê de li ber xwe bidin, em ê îktidarê biqewerînin û bişînin.” 
 
‘ÎKTIDAR DIXWAZE XWE LI SER PÊYA BIGIRE’ 
 
Sancar da zanîn ku qadên 8’ê Adarê û Newrozê pir eşkere li dijî şer peyaman dan û wiha got: “Deng û daxwazên ji wan qadan olan dan, peyamên vekirî ji bo her kesî ne. Daxwazên ji wan qadan olan dan dizanin ku hêviya wan ji ku hiltê û vê yekê nîşan dan. Dizanin ku edalet, demokrasî ji kut ê. Lê li dijî vê daxwazê tirsek ketiye nava dilê wan û her roj operasyonên nû li ser hev pêk tînin. Êrişên li dijî avahiyên me û bi taybetî êrişa li dijî avahiya partiya me ya Cizîrê wêneyê talanê û zilmkariyê nîşan da. Her roj li dijî endam û rêveberên me û siyasetmedarên kurd û ciwanên kurd operasyonên binçavkirinê li ser hev pêk tên. Ev îktidar her daîm dixwaze xwe bi polîtîkayên şer li ser pêya bigire û hebûna xwe bidomîne. Hêviya xwe tenê bi şer ve girê daye. 
 
PIR EŞKERE POLÎTÎKAYA ŞER E 
 
Mînakên vî şerî roj derdikevin pêşiya me. Vaye niha li dijî Herêma Kurdistana Federe dest bi ‘operasyonek derveyî sînor’ kirine. Navê ve ne operasyona derveyî sînor e. Navê vê pir eşkere û zelal polîtîkaya şer e. Dixwazin û hewl didin herêmê di nava pergala şer de bihêlin. Di vir de hesabên pir alî yên vê îktidarê hene. Di nava van şeran de bila hîç gumana we nebe, armancên ku siyasetek nû li welat were dîzaynkirin jî hene. Dixwazin welat bi polîtîkayên şer û siyaseta şer dîzayn bikin. Armanca îktidarê ew e ku partiyên muxalefetê yên din jî di van polîtîkayên şer de bîne hîzayekê. Bi vî awayî ji bilî me dixwazin her kesî û her alî û hêzan bibin cem xwe di eniya şer de bidin bicihkirin û li cem xwe bigirin. Belkî mecbûr dikin lê belê tu kes ne mecbûr e.
 
BANGÎ MUXALEFETÊ KIR 
 
Nemaze em bang li partiyên muxalefetê yên din jî dikin û li benda wan in ku dersê ji dîrokê derxin. Divê bizanibin ku ev polîtîkayên şer ji bo kê û ji bo çi xizmetê dikin. Em carek din bi bîra muxalefetê dixin ku ev şer kêrî îktidarê tê û dixwaze xwe bi vî şerî li ser pêya bigire û temenê xwe bi vî awayî dirêj bike. Li dijî şer tenê rêyek heye ew jî rêya diyalog, muzakere û siyaseta demokratîk e. Em ê her li pey vê yekê bin û em ê qet tawîz nedin siyaseta şer. Em ê ji van polîtîkayên şer re wek her demê bêjin na û destûr nedin şer. Çareseriya bingehîn siyaseta demokratîk e. Tişta ku nahêle çareserî pêk were jî vî şerê 40 salan e ku didome.”