HDP’ê xwest 8’ê Adarê bibe betlana fermî

img

ENQERE – Wekîla Serokên Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîgolu ji bo 8’ê Adarê li Tirkiyeyê bibe betlana fermî pêşniyara qanûnê da Meclîsê.

Seroka Wekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Wekîla Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê wek roja betlana fermî bê qebûlkirin, pêşniyara qanûnê da Serokatiya Meclîsê. 
 
Kerestecîoglu di pêşniyara xwe de got ku 8’ê Adarê mîna li hemû cîhanê li Tirkiyeyê jî tê pîrozkirin û heke 8’ê Adarê bibe betlan fermî dê destkeftiyek girîng be. Kerestecîoglu bibîr xist ku 8’ê Adarê li Çîn, Rûysa, Ermenîstan, Afganîstanê, Azerbaycan, Kuba, Ukranya, Kazakîstan, KirgizîsTAN, Moldova û gelek welatên din betlaneya fermî ye û xwest li Tirkiyeyê jî ev roj bibe betlane. Kerestecîoglu anî ziman ku 8’ê Adarê remzeya têkoşîna li dijî zextan û tundiyê ye.