Koma Tifaqa Kurdistanî bertek nîşanî êrişa ser HDP’ê da: Divê Soylu îstîfa bike

img

AMED - Koma Tifaqa Kurdistanî bertek nîşanî erîşa ser HDP’ê da û wiha got: “Divê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu îstîfa bike û polîsên êrişkar jî ji peywirê bên girtin.” 

 
Koma Tifaqa Kurdistanî têkildarî êrişa li ser Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gefên ku amirê polîsan li parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran xwarin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bêhiqûqî, bêedaletî û nearamî li Tirkiyeyê bûne bûyerên ji rêzê û wiha hat gotin: “Li derhiqûqiyên xwe her roj yeka din lê zêde dikin. Ev hikûmeta ku dibêje di kîjan şertan û bi kîjan rêbazan dibe bibe bila ez ê weke desthilatdar bimînim, di mijara dijminatiya kurd û jinan de êdî bêperwa bûye. Vê bêperwatiya wan bi xwe re faşîzm aniye û ev faşîzma li ser civakê belav bûyî jî pergaleke mafyayî ava kiriye.” 
 
Bi domdarî hat gotin ku saziyên darazê yên ku divê bêalî bimînin jî di nav de, tevahiya burokrasiyê li gorî fermana hikûmetê dixebitin û ev tişt hatin parvekirin: “Ev yek jî dike ku bêîstîsna hemû kes bikeve bin xizmeta desthilatdariyê. Ev pergala ku riziyayî û hemû mekanîzmayên wê ji hev hildiweşin, êdî ji rê derketiye. Ev hikûmeta ku ji bo domandina desthilatdariya xwe hemû nirxên civakê binpê dike û bi kar tîne, hewl da vêcarê jî rûyê xwe yê kirêt li pişt rûyê xweşik ê dayikan veşêre. Çalakiya provakatîf a duh li pêşiya Navenda Giştî ya HDP’ê hatiye kirin, ev rastî dîsa derxist holê.” 
 
PROVOKASYON
 
Daxuyanî wiha dom kir:
 
“Weke ku tê zanîn ev ne cara ewil e. Di serî de Amed û çendek bajarên cuda yên herêmê, ev nêzî du sal in ku li pêşiya serokatiyên bajêr ên HDP’ê provakasyona tên kirin û herî dawî li avahiya HDP’a Îzmîrê bi qetilkirina Denîz Poyraz dom kir. Heman provakasyon vêcarê jî li pêşiya Navenda Giştî ya HDP’ê ya li Enqereyê berdewam kir. 
 
BERTEKA LI DIJÎ GEFAN
 
Partiyên siyasî beriya her tiştî hêmayên bingehîn ên demokrasiyê yên jêvenegerin. Navenda Giştî ya sêyemîn mezintirîn partiya siyasî ya vî welatî rastî êrişeke wiha tê û ev êriş jî ji hêla hikûmet û hêzên ewlekariyê ve tê organîzekirin. Îzaheta vê yekê di tu pergalên hiqûqî de nîne û nayê qebûlkirin. Hêzên ewlekariyê ku xwe ji hemû kesî bihêztir dibînin, wî heddî di xwe de dibînin ku ji kesên ji hêla gel ve hatine hilbijartin û parêzbandiya wan heye re dibêjin; ‘ez ê te bi dîwar ve bizmar bikim.’ Tu îzaheteke vê nîne. 
 
Ev hewldan tenê dikare bibe nîşaneya şerpeziya desthilatdariyeke ku ji bo siyaseta demokratîk êdî nikare tiştekî biafirîne û hêviya xwe girêdaye rageşî, tevlihevî û provokasyonan kiriye. Lê belê em vê yekê baş dizanin ku ev şexsiyetên ku qebetî, gotinên derexlaqî û bêdebtî di şexsiyeta wan de şênber bûye, vê hêza xwe ji hikûmeta ku hiqûqê nas nake û ji Wezîrê Karên Hundir digire. Li şûna ku li dijî sûc û sûcdar têbikoşin, hêzên ewlekariyê veguherîne navendên afirandina sûc û sûcdaran. 
 
Di demokrasiyên herî qels de jî amirekî polîsan nikare ji parlamenterekê re bibêje ‘ez ê te bi dîwar ve bizmar bikim.’ Ev gefa kuştinê, skandal e. Divê Wezîrê Karên Hundir îstîfa bike û ev polîs jî ji peywirê bê girtin. 
 
PIŞTGIRÎ DAN HDP’Ê
 
Divê hemû kes baş pê bizane ku HDP rewatiya xwe ji dengên gel û Qanûna Bingehîn digire û parçeyeke nebe nabe ya siyaseta demokratîk e. Tevî dozên kompasê û dozên girtinê yên li ser daxwazê hatine vekirin jî, xala bingehîn a siyaseta demokratîk e. Li dijî bêhiqûqî û operasyonên provakatîf ên desthilatdariyê, HDP bi tu awayî bitenê nîne. Em wan derdorên ku li dijî HDP’ê çalakiyên provakatîf dikin şermezar dikin, hêviyên silametiyê bo HDP’ê dikin û ji raya giştî re dibêjin ku em bi HDP’ê re ne.”