Ceylan: Ev pêvajoya man û nemanê ye

img
AMED - Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan diyar kir ku îktidara Tirkiyeyê û pergala serdest dixwaze sedsalên din jî bi kurdan bide windakirin û got: “Ev pêvajo, pêvajoya man û nemanê ye.” 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelen (HDP) a Navçeya Erxenî ya Amedê bi dirûşma “Dem dema azadiyê ye” Kongreya Asayî ya 4’emîn li dar xist. Kongre li eywanek dawetê ya navçeyê pêk hat û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun, Hevserokên HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û GUlistan Atasoy û rêveberên partiyê û gelek kes tev li kongreyê bûn. 
 
Parlamenter Remziye Tosûn di kongreyê de axivî û bal kişand ser pêkûtî û êrişên li dijî HDP’ê û got: “Em evîndarê azadiyê, aştiyê pêl bi pêl tên û em ê her deverê bikin baxçeyê kulîlkan û azadiyê. Em ê kêliyek jî dest ji têkoşîna xwe bernedin û li her deverê bidomînin.” 
 
‘KURD JI BO SERKETINÊ AMADE NE’ 
 
Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy jî bal kişand ser şerê li dijî kurdan û Kurdistanê bi salan e didome û got: “Kurdan carek din li her deverê nîşan da ku ew ji bo serketinê amade ne.” 
 
‘DEMA AZADIYÊ YE’ 
 
Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan jî axivî û bal kişand ser heyama ku kurd têde derbas dibin û wiha got: “Sed sal berê ji ber ku yekitiya kurdan nebû, têkoşîna wan têr nekir. Li ber xwe didan lê têkoşîna wan têr nedikir. Kurd nebûn îrade û rastî têkçûnek mezin hatin. Sed sal koletiyê li kurdan ferz kir. Çanda me û dîroka me û hebûna me ji holê rakirin. Hê jî dixwazin tune bikin. Di 2023’yan de jî dixwazin sedsaliya wê înkarê dubare bikin û dîsa kurdan têk bibin. Em dibêjin ev pêvajo, pêvajoya man û nemanê ye. Divê ku em tev bi hev re li dijî tecrîdkirina birêz Ocalan rabin û êdî ew azad bibe.” 
 
RÊVEBERÎ HAT BIJARTIN 
 
Piştî axaftinan bi yek lîsteyê hilbijartin pêk hat û Şafak Demîroglu, Zulkîf Bîrgul, Mahmut Bayhan, Îlhan Oncu, Ahmet Bal, Dilo Turk, Alî Eken, Ayşe Çîm, Vedat Sumer, Bedrî Karaoglan, Mehmet Zulkuf Kaya ji bo rêveberiya HDP’a Erxenî hatin bijartin.