Amadekariyên kongreya HDP dest pê kirin

img

ENQERE - Amedekariyên Kongreya Asayî ya 5'an a HDP'ê bi avakirina Komîsyona Mutabaqatê re dest pê kirin. HDP hewl dide ku kongreyeke girseyî li dar bixe û dê li dijî doza girtinê û operasyonan peyama "Ev ne dawî ye, destpêk e" bide. 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê Kongreya Asayî ya Mezin a 5'an di 3'yê Tîrmehê de li Hêwana Sporê ya Arenayê li dar bixe. Meclîsa Partiyê di 17'ê Nîsanê de li hev kom bûbû û biryara lidarxistina kongreyê dabû. 
 
Piştî vê biryarê ji bo amadekariyên teknîkî, peyama sereke, dirûşme, mijarên li ser bên sekinandin û Meclîsa Partiyê û hevserok bên diyarkirin Komîsyona Mutabaqatê hat avakirin. 
 
Komîsyona Mutabaqatê ya ji pêkhateyên HDP'ê, meclîsên wê yên jin û ciwanan û endamên wê pêk tê civîna xwe ya ewil li dar xist. Komîsyona ji 15 kesan pêk tê, amadekariyên kongreyê dan destpêkirin û dê kesên di Meclîsa Partiyê de cih bigirin diyar bike. 
 
SERLÊDANÊN JI BO MECLÎSA PARTIYÊ
 
Ji bo kesên dixwazin di nava Meclîsa Partiyê de cih bigirin dema serlêdanê dest pê kiriye. Ewilî dê serî li rêxistinên partiyê yên bajêr bê dayîn û paşê Komîsyona Mutabaqatê ya Herêmê jî dê namzetên Meclîsa Partiyê bigihîne Komîsyona Mutabaqatê ya di bin banê Navenda Giştî de.
 
Armanca Meclîsa Partiyê ya nû ew e ku di warê nûnertiya fikira HDP'ê de, di warê daxilkirina derdoreke berfireh de, di warê ciwanan û dînamîkbûnê de xurt be. Dê di vê çaçroveyê de rêgeza piralî esas bê girtin. 
 
HEVSEROK
 
Komîsyona Mutabaqatê dê her hefte li hev kom bibe û xebatên xwe bidomîne. Komîsyona Mutabaqatê ku di warê guherandina hevserokan de xwedî roleke diyarker e, dê mijara guherandina hevserokan di demeke nêzî kongreyê de bide ber nîqaşê.
 
50 HEZAR KES
 
Her wiha tê payin ku kongre bi awayekî pir xurt bê lidarxistin. Komîsyona Rêxistinbûyînê xebatên ji bo beşdarbûnê didomîne. Tê payin ku ji 7 herêmên Tirkiyeyê 50 hezar kes tevli kongreyê bibin. 
 
Tê payin ku wekî Kongreya Asayî ya Mezin a 4'an di vê kongreyê de jî ji Rojhilata Navîn û gelek welatên Ewropayê gelek derdor tevli kongreyê bibin. 
 
RÊVEBIRIYEKE XURT
 
HDP xetereya doza girtinê û qedexekirina daxilbûna nava siyasetê ya siyasetmedaran pir nîqaş nake, tenê lê hûr bûye ku dê peyameke çi qasî xurt bide doza girtinê. HDP xebatên xwe yên ji bo rêvebiriyeke nû ku aktorine nû di nav de cih bigirin dixebite.
 
Di heman demê de HDP beriya kongreyê du armanc danîbûn ber xwe; yek "Tifaqa Demokrasiyê" û dudo "Diyarkerî di siyaseta Tirkiyeyê" de. HDP'ê her du armancên xwe jî pêk anîn û bi vî awayî ber bi 3'yê Tîrmehê ve diçe. 
 
‘EV NE DAWÎ YE, DESTPÊK E'
 
HDP hewl dide kongreyeke girseyî li dar bixe û dê li dijî doza girtinê û operasyonan peyama "Ev ne dawî ye, destpêk e" bide. 
 
MA / Berîvan Altan