Foza Yûsif: Îro Efrîn sibe hemû Sûriyê, divê gel seferberiyê ragihîne

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka Desteya Rêveber a Fedraliya Bakurê Sûriyê Foza Yûsif hişyarî da ku sivîlên Efrînê bi destê TSK'ê û komên girêdayî wê rastî komkujiyên tunekirinê tên û bang li gelê Kurdistanê li hermû parçeyên Kurdistanê û gelên Bakurê Sûriyê kir ku serî hilidin û tevlî banga seferberiyê bibin.
 
Hevseroka Desteya Rêveber a Fedraliya Bakurê Sûriyê Foza Yûsif têkildarî rewşa Efrînê û geşedanên dawî de ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) yê re axivî û diyar kir ku civaka navdewletî û di serî de Rûsiya ji komkujiyên ku li dijî gelê Efrînê pêk tên berpirsyare. Foza Yûsif Rûsiya bi hevkariya Tirkiyê û beşdarbûna wê ya bi Tirkiyê bi êrîşên tunekirina gelê Kurd tewanbar kir.”
 
'EFRÎN JI BO HEMÛ MIROVAHIYÊ LI BER XWE DIDE'
 
Foza Yûsif, anî ziman ku Efrîn bi navê hemû mirovahiyê li dijî êrîşên Tirkiye yên bi biryara Erdogan û hemû komen girêdayî wî liber xwe dide û wiha got: “Ev 50 roj in gelê Efrînê liber xwe dide. Gelê Efrîn û qehremanên wê di van 50 rojan de evsaneyên dîrokî li dijî dijminên ku erdê bi kek û hişkê wê dişewitîn in liber xwe didin. Nihe Efrîn ji bo pêkanîna komkujiyekê derheqê sedan hezaran welatiyên wê yên resen tê çemberkirin. Gelê Efrîn îro rastî komkujiyên mezin tê. Armanca Erdogan ew e ku li dijî gelê Efrînê junest pêk bîne û dîmografiya herêma Efrînê bide guhertin. Dixwaze Efrînê radestî teroristan bike.”
 
BANG LI ÇAR PERÇEYÊN KURDISTAN KIR
 
Foza Yûsif di berdewama daxuyaniya xwe de jî banga seferiyê û rewşa awerte kir û wiha pê de çû: “Banga min ji gelê me yê her çar parçeyên Kurdistanê û li derve ku seferberiyê û rewşa awerte ragihîn in, ev divê li her demê pêk were. Îro Efrîn e, sibe Minbice û paşê hemû Sûriyê ye. Erdogan gelê Xûta beranberî komkujiyan li Efrînê pêk bîne firot. Ji ber vê yekê divê gelê me yê Bakurê Sûriyê li her derê rabe ser piyan. Divê em li dijî sûcên wî yê li dijî mirovahiyê derkevin.” Foza Yûsif bang li ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê kir ku li dû berxwedana Serdemê kom bibin, tevlî QSD’ê bibin û berê xwe bidin Efrînê.
 
‘RÛSYA BERPIRSIYAR E' 
 
Hevseroka Desteya Rêveber a Fedraliya Bakurê Sûriyê Foza Yûsif civaka navdewletî bi siyaseta dualî tewnabar kir û wiha lê zêde kir: “Em hemû dizanin ku Rûsiya ji tiştê li Efrînê pêk tê û wê pêk were berpirsyare. Ji ber ew bi dewleta Tirk re di çarçoveya Xûta beranberî Efrînê itîfaq kir. Ev bê dengiya wan û hevkariya wan wê bibe nîşaneyek şerm di dîroka Rûsiya de. Rûsiya bi Erdogan re li ser tunekirina gelê Efrînê lihev kiriye.”
 
Foza Yûsif bi van gotinan dawî li daxuyaniya xwe anî: “Civaka navdewletî di van 50 rojên derbasbûyî de rola sê meymûnan lîstiye. Dualîtî kiriye. Lê niha dem hatiye ku sînorekî ji terora navdewletî ku Erdogan pêk tîne bîne. Dem ahaitye ku sûcên li dijî mirovahiyê ku Erdogan li dijî gelê kurd pêk tîne, bîne. Em ji gelê xwe û hemû mirovahiyê re tekez dikin ku riya me riya rumetê ye, em ê bi fermandariya Avesta, barîn û Îlan riya xwe bidomîn in.Bi gelê xwe û şervanên xwe me sembola rumetê girtiye û wê ev berxwedana me bê guman serkeftî be.”