Di qedexekirina Meclis TV’yê de teserûfa Meclisê tune ye

img
ENQERE - Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr têkildarî li girtîgehan qedexekirina Meclis TV’yê pêşnûmepirsek dabû Meclisê. Bersiva Îmîr hate dayîn û wiha hat gotin: “Di qedexekirina Meclis TV’yê de tu teserûfa Serokatiya Meclisê tune ye.”
 
Li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê û Girtîgeha Beşîkduzu ya Trabzonê temaşekirina Meclis TV’yê hatibû qedexekirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nûran Îmîr têkildarî mijarê bi daxwaza ku Serokê Meclisê Mûstafa Topbaş bibersivîne, di 2’yê hezîranê de pêşnûmepirsek da Meclisê. Di pêşnûmepirsê de ev pirs hate kirin: “Gelo haya we jê heye ku li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê û Girtîgeha Beşîkduzu ya Trabzonê temaşekirina Meclis TV’yê hatiye qedexekirin? Kesên ku temaşekirina kanala Meclisa vî welatî qedexe dikin van fermanan ji kê digirin?” 
 
NE DI TESERÛFA MECLISÊ DE YE 
 
Bersiva Îmîr bi îmzeya Wekîlê Serokê Meclisê Sureyya Sadî Bîlgîç ve hate dayîn û hat gotin ku mijara behsa xeberê nakeve ber rayeya Meclisê. Bîlgîç, di bersiva xwe de wiha got: “TBMM TV, weşana xwe li ser frekansa weşana TRT-3’yê û malpera înternetê ya fermî dike. Di kar û barên weşanên televîzyonan ên li girtîgehan de teserûfeke Serokatiya TBMM’ê tune ye.” 
 
MA / Bêrîvan Altan