Ji HDK û HDP’ê daxuyaniya Roja Penaberan: Sûc tê kirin

img
STENBOL - Meclisa Penaberan û Koçê ya HDK'ê û Komîsyona Penaberan û Koçê ya HDP'ê, diyar kirin ku Tirkiye penaberan biçûk dibîne, wan dike amûra polîtîkayên dijminatiya li biyaniyan û sûc dike. 
 
Meclisa Penaberan û Koçê ya HDK'ê û Komîsyona Penaberan û Koçê ya HDP'ê, bi sernavê "Ji bo Penaberan Em Jiyaneke Ewleh û Birûmet Diparêzin" ji bo 20'ê Hezîranê Roja Penaberan daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar weşandin. 
 
HDK û HDP'ê, di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku di seriya 5 û 7 milyonan de penaber neketine asta penaberiyê û li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), bi şerê Ûkrayna û Rûsyayê hejmara penaberan li dinyayê derketiye 100 milyonî û ev nirxandin kirin: "Dewlet û pergala sermayeyê bi her awayî penaberan îstimar dike. Ev hêz 70 sal in ji Peymana Cenevreyê ve hemû mafên penaberan xesp dikin. Bi hêrsa karê penaberan di şertê koletiyê de bi erzanî didine xebitandin. Li Tirkiyeyê û dinyayê keda penaberan bûye navnîşana bêewletî û cinayetên kar. Nîjadperestiya ku ji aliyê desthilata faşîst ve tê xwedîkirin û muxalefet piştgiriyê didê êdî di destê faşîzma ku êlekê dijminatiya li biyaniyê yê bişoşk girtî li xwe kiriye de bûye çekek û gihaştiye qirêka penaberan."
 
'PENABERAN DIKIN AMÛRA DIJMINATIYA LI BIYANIYAN'
 
Berdewama daxuyaniyê bi kurtayî wiha ye:
 
"Li Tirkiyeyê jiyana penaberên ku nikarin xwe bigihînin mafê xwe yê herî bingehîn di bin gefê de ye û timik li ser bazarî tê kirin. Tirkiye penaberan li dijî Yekitiya Ewropayê weke koz û li Sûriye û Rojhilata Navîn ji bo polîtîkayên xwe yên belavbûnê bi kar tîne. Penaber di çapameniyê de ji aliye esnafên siyasetê ve weke sûcdar û hedef tên nîşandan. Weke li her dera dinyayê Tirkiye jî valahiyên qanûnî bi kar tîne, penaber biçûk dibe û dika amûra polîtîkayên xwe yên dijminatiya li biyaniyan. Bi vê sûc dike. Danezana Wezareta Karên Hundir a dawî jî vê xetê bêtir tûnd dike û berhema dijminatiya li biyaniyan e. 
 
POLÎTÎKAYÊN LI DIJÎ KURDAN LI DIJÎ PENABERAN JÎ DI MERTIYETÊ DE NE
 
Desthilata ku penaberan li dijî Ewropayê penaberan weke koza siyasî û aborî bi kar anî, li pey pêşxistina tecrîd û polîtîkayên dijminatiyê ye. Tiştên ku 30 sal berê anî serî gundên ku bi darê zorê ji gundên wan da koçkirin niha dixwaze bîne serê penaberên sûriyeyî, afganî û pakistanî. Ev jî ne tesaduf e. Desthilata AKP-MHP'ê ku di ser "Ewlehiya Jinan" de penaberan dikin hedef. Em ê li dijî vê kampanyaya nefretê têbikoşin. Rewşa penaber û koçê nikare bi pirsgirêka ewlehiyê bê aşkerakirin û radestî Wezareta Karên Hundir bê kirin. Bi rêxistinbûneke berfirehî divê Wezareta Koçê bê avakirin."
 
Di dawiya daxuyaniya xwe de HDK û HDP'ê ji bo ewlehiya penaberan û jiyaneke birûmet banga têkoşîn û piştevaniyê kirin.