Ersoya xwest ku derheqê Midûrê Şaxa Ewlehiyê Hanîfî Zengîn de lêpirsîn bê destpêkirin

img
ENQERE - Parlamentera HDP’ê Oya Ersoy xwest ku derheqê polîsê bi navê Hanîfî Zengîn de ku di çalakiyan de êrişî jin û rojnamegeran dikir, lêpirsîn were destpêkirin. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Oya Ersoy derheqê Midûrê Şaxa Ewlehiyê Hanîfî Zengîn de ku di çalakiya Meşa Rûmetê ya di 26’ê hezîranê de bi jinên ji qadê dûr xistin dikeniya, pêşnûmepirs da Meclisê. 
 
Oya, bi daxwaza ku Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay bibersivîne ev pêşnûmepirs da Meclisê û wiha got: “Divê derheqê polîs Zengîn de lêpirsîna kargêrî û dadî were destpêkirin. Di van her du çalakiyên dawî yên li Stenbolê de Zengîn bi awayekî taybet û sîstematîk jinan tacîz dike, gefan li wan dixwe û wan hedef nîşan dide.” 
 
Ersoy, ev pir ji Oktay kirin: 
 
“* Midûrê Şaxa Ewlehiyê ya Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê Hanîfî Zengîn li pêş çavên her kesî ku dîmenên wê li ser çapemeniyê jî hatin parvekirin, tundiyê li jinan dike û wan tacîz dike. Gelo derheqê wî de lêpirsîneke kargerî û dadî hatiye destpêkirin an na? 
 
* Di Meşa Rûmetê ya di 26’ê hezîranê de kenê xwe bi welatiyekî ji qadê dûr dibû kir û destê xwe lê da. Li gel vê yekê jî karê xwe weke ‘midûr’ berdewam kir. Di çalakiya tenduristvanan de jî heqaret li rojnamegereke jin kir, lê xist û gef lê xwarin. Gelo dibe ku vê nêzikatiya we cesaret dabe wî? 
 
* Gelo Hanîfî Zengîn çima hêjta Midûrê Şaxa Ewlehiyê ya Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ye?”