HDP’ê ji bo 4’ê Mijdarê got: Xwestin vîna gelê me bişikînin lê nekarîn rê li ber meşa me bigirin

img
ENQERE - MYK’a HDP’ê bi minasebeta salvegera opeasyona qirkirina siyasî ya 4’ê Mijdarê daxuyaniyek da û da diyar kir ku bi hewldana 4’ê Mijdarê xwestin vîna gel bişikînin lê nekarîn rê li ber meşa wan bigirin. 
 
Di 4’ê mijdara sala 2016’an de di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û parlamenterên HDP’ê hatibûn girtin. Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya salvegera 4’ê Mijdarê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyamek parve kir. 
 
HDP’ê li ser hesaba xwe ya Twîtterê ev peyam da: “Di ser 4’ê Mijdarê re 6 sal derbas bûn. 6 sal berê hevserok, parlamenter û bi hezaran rêvebir û xebatkarên me hatin girtin. Êrişeke mezin li partiya me kirin. Xwestin îradeya gelê me bişikînin, xebatên me asteng bikin. Lê rê li ber meşa me negirtin.  Têkoşîna me dê bidome.”