Tifaqa Ked û Azadiyê dê civîna gel li dar bixe: Cîhaneke cudatir pêkan e

img
ÎZMÎR - Nûnerên Tifaqa Ked û Demokrasiyê yên bal kişandin ser girîngiya rêya 3’yemîn, hemû welatiyên piştgiriya ked, azadî û demokrasiyê dikin vexwendin Civîna Gel a 3’yê kanûnê pêk were û gotin: “Cîhaneke cudatir pêkan e.”
 
Tifaqa Ked û Azadiyê dê 3’yê kanûnê roja şemiyê di saet 14.00’an de di Eywana Konferansa Fakîr Baykurt a Şaredariya Çigliyê civîna gel li dar bixe. Pêkhateyên Tifaqa ku bi rojan e xebatên kolanan dimeşînin, mal bi mal welatiyên vedixwînin civînê. Dîsa li taxan bi hevdîtinên gel, welatî ji bo berzkirina daxwazên ked, azadî û demokrasiyê ji civîna gel re hatin vexwendin. 
 
Nûnerên pêkhateyê ji bo civîna gel a 3’yê kanûnê bang kirin.
 
‘GEL BÊYÎ VEBIJÊRK NÎN IN’
 
Hevseroka Bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Berna Çelîk destnîşan kir ku hemû gelên piştgiriyê didin demokrasî û azadiyê ne bê vebijêrk in, rêyeke sêyemîn heye û got: “Di vê oxirê de em wek 6 avabûn hatin cem hev û dê di 3’yê kanûnê de jî civîna gel pêk bînin. Em hemu gelê xwe yê piştgiriyê dide ked, azadî, ekolojî, baweriyan û yên ku dixwazin pêşî li kuştinên jinan bigirin vedixwînin civîna gel.”
 
HEVDÎTINA DIJÎ CIHÊKARÎ
 
Seroka Bajêr a Partiya Kedê (EMEP) ya Îzmîrê Emîne Uyar jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê di serî de bêkarî, xizanî, sepanên antîdemokratîk û gelek pirsgirêk hene û got: “Em hemû gelê xwe yê Îzmîrê li dijî cihêkarî, bêkarî û xespkirina mafên jinê; ji bo cîhaneke bêşer, azad û demokrastiyê vedixwînin civîna gel.”
 
‘MUXALEFETA GEL A SERBIXWE’
 
Berdevkê Partiya Azadiya Civakî (TOP) yê Îzmîrê Erkan Gokber jî da zanîn ku divê hemû kesên piştgiriya wekhevî, demokrasî, azadî û aştiyê dikin divê di nava tifaqê de cih bigire wiha axivî: “Em ê bi yekitiya karker, kedkar, kurdan û civaka elewiyan dê karibin li dijî rejîma yekzilamî bi ser bikevin. Ger em bixwazin pêşveçûna faşîzm bidin sekinandin, dijî bombeyan pêşerojeke demokratîk bixwazin divê cihê me ev cîvîna gel be. Em pê bawerin ku dê li dijî desthilata AKP’ê û MHP’ê li vir mûxalefeta gel a serbixwe ava bibe. ”
 
‘CÎHANEKE CUDATIR PÊKAN E’
 
Seroka Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) ya navçeya Bornovayê Selma Şen jî destnîşan kir ku cîhanek cudatir pêkan e û anî ziman ku ew ê ji bo mezinkirina têkoşînê bi gotina “Niha dema ked û azadiyê ye” dê civîna gel li dar bixin wiha got: “Armanca me vegotina cîhaneke cudatir pêkan e ye. Em ê bi van armancan meşa xwe bidomînin. Mirov di nava hin tifaqan de asê mane û ev tifaq wan kesan temsîl nakin. Em hewl didin ji gelê xwe re bibêjin ku rêyeke sêyemîn teqez heye. Em hemû gelê xwe yê Îzmîrê vedixwînin vê civînê.”