Ji bo civîna gel a Tifaqa Ked û Azadiyê ya Edeneyê bang hat kirin

img
EDENE - Ji bo kombûna gel a dê di 11’ê kanûnê de ji aliyê Tifaqa Ked û Azadiyê de pêk were, banga beşdariyê hat kirin. 
 
Tifaqa Ked û Azadiyê wê di 11’ê kanûnê saet li 14:00’an de li Salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê bi dirûşma “Êdî dema ked û azadiyê ye” civîna gel li dar bixe. Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) Perîhan Koca, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Sedat Başkavak, Rêveberê Navenda Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Yunus Başaran û Berdevkê Federasyona Meclisên Sosyalistan Bariş Kayaoglû dê beşdarî civînê bibin. Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê ya Edeneyê têkildarî civîna gel li avahiya TÎP'ê ya Edeneyê civîna çapemeniyê li dar xistin û Hevseroka HDP'ê ya Edeneyê Helîn Kaya metna çapemeniyê ya hevpar xwend.
 
'TIFAQ YEKITIYA ME HEMÛYAN E’
 
Kaya wiha got: "Em ê ji van kesên ku dixwazin Tirkiyeyê bi zext, mêtingerî û şer bitirsînin ji holê rakin. Tirkiyeya xwedî 85 milyon însan em ê wan azad bikin û bikin ku têr bimînin, em ê demokrasiyê bînin û ji emperyalîzmê dûr bikin. Em ê hemû tiştên li Tirkiyeyê diqewimin bi hêza Tifaqa Ked û Azadiyê vî welatî rizgar bikin. Em ê bi hev re guhertineke li ser esasê wekhevî, azadî, biratî, aştî û demokrasiyê di nava xwe de ava bikin. Welat îro û sibê, îradeya siyasî û civakî xurt bike, helwest, têkoşîn, hevgirtin û hêviya xwe ya bi biryar xurt bike. Tifaqa Ked û Azadiyê Tirkiyeyê ku li mafê xwe yê xebat, nan, aştî, demokrasî, azadî û laîktiyê digere. Dixwaze çarenûsa xwe bi destê xwe bigire û xwe bi rêve bibe. Tifaqa Ked û Azadiyê yekitiya me hemûyan e. Êdî Tirkiye guhertinê dixwaze û em bang li her kesî dikin ku tev li civîna me ya gel a di 11’ê kanûnê de bibin.”