Kiliçgun Ûçar: Di bingeha tundiya li Tirkiyeyê de bêhiqûqiya li Îmraliyê heye

img
AMED -  Hevberdevka Partiya Çep a Keskan Çîgdem Kiliçgûn Ûçar di kongreya partiya xwe ya Amedê de axivî û diyar kir ku di bingeha bêhiqûqî û tundiya siyasal a li Tirkiyeyê dewam dike de bêhiqûqiya li Îmraliyê dewam dike heye û xwest tecrîd were rakirin
 
Rêxistina Partiya Çep a Keskan a Amedê 1’emîn kongreya xwe ya awarte lidarxist. Hevberdevka Giştî ya Partiya Çep a Keskan Çîgdem Kiliçgun Ûçar, rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê û navçeyên wê, Tevgera Jinên Azad, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û endam û rêveberên Partiya Çep a Keskan tev li meşê kongerya ku li eywaneke navçeya Peyas a Amedê hate lidarxistin bûn. Piştî hilbijartina dîwanê kongre bi rêzgirtinê dest pê kir. 
 
Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan ê di kongreyê de axivî, bi lêv kir ku înkara li dijî gelê kurd bi sedsalan e tê domandin ji aliyê AKP’ê ve tê meşandin û wiha got: “Dixwazin sedsaleke din jî înkarê didomînin. Em ê li dijî faşîzma ku gel û baweriyan înkar dike têbikoşin. Em ê bi berxwedanê faşîzmê têk bibin. Em ê bi têkoşîna bi hev re demokrasiyê ava bikin. Ji bo vê em ê her saetê bixebitin. Serkeftin wê ya me be.” Ceylan qala tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin kir û bal kişand ser 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê û xwest tecrîd bê bidawîkirin. 
 
BAL KIŞAND SER TECRÎDÊ 
 
Hevberdevka Giştî ya Partiya Çep a Keskan Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî hilbijartina giştî ya 2023’yan ne ji rêzê ye û Tirkiyeya ku sedsaliya xwe li pey xwe hiştiye, di sedsala nû de pêwîstî bi demokratîkbûnê heye. Kiliçgûn Ûçar da xuyakirin ku di nava şert û mercên şer û tecrîdê de ber bi hilbijartinê ve diçin û got: “Li Îmraliya ku nêzî 24 sal in tecrîda teqez tê sepandin em jî dewlet jî dizane ku Birêz Abdullah Ocalan di siyaseta Tirkiyeyê û di çareseriya pirsgirêka kurd de li ku disekine. Hem encamên hiqûqî hem jî encamên siyasal ên tecrîda li Îmraliyê tê sepandin hene. Di bingeha bêhiqûqî û tundiya siyasal a li Tirkiyeyê dewam dike de bêhiqûqiya li Îmraliyê dewam dike heye.” Ûçar, destnîşan kir ku tecrîd bi Îmraliyê re bisînor nemaye pel bi pel belavî hemû civakê bûye û ji bo rakirina tecrîdê bang kir. 
 
‘JIN JIYAN AZADÎ’
 
Ûçar, a qala girîngiya têkoşîna jinan kir wiha berdewam kir: “Çalakiyên jin jiyan azadî yên li Îranê dest pê kirin îro bûn civakî.  Em têkoşîna jinê ya li her derê weke têkoşîna xwe dibînin û em mil bi mil têdikoşin.” Ûçar, a ji siyasetmedarên jin û endamên TJA’yê re silav şandin anî ziman ku wê zextên desthilatê jin berteref bikin. 
 
Ûçar, anî ziman ku desthilata AKP’ê û MHP’ê êdî nikare welat bi rê ve bibe û qala girîngiya rêya sêyemîn kir. Ûçar, diyar kir ku wê tifaqa gelan di hilbijartinên giştî de serbikeve û bi lêv kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê wê xwe bigihîne hemû beşên civakê.  
 
Piştî axaftina Ûçar raporên xebat û malî hatin xwendin. Piştî raporan Pinar Tekîn û Abbas Şahîn weke hevberdevkên Partiya Çep a Keskan a Amedê hatin hilbijartin.