Yûsiv: Li Efrînê qirkirin heye

img
EFRÎN - Hevseroka Konseya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsiv, der barê dagirkeriya Tirkiye ya li ser Efrînê daxuyanî da û diyar kir ku Tirkiye li gel çeteyên ku li Efrînê bi cih kirin qirkeriya nijadî û civakî pêş dixe. 
 
Şerê Tirkiye yê bi destê TSK û OSO li ser Efrînê dimeşîne di roja 67'an de berdewam dike. Tirkiye piştî di 18’ê Adarê de ket nava bajar dest bi talankirin û wêrankirina mal û milkê welatiyan kir. Têkildarî polîtîkayên Tirkiye Foza Yûsiv ji ANHA’yê re axivî û diyar kir ku Tirkiye bi hevkariya Rûsyayê ji bo ku avaniya demografîk a Efrînê biguherin tevdigerin. Yûsiv, da zanîn ku Tirkiye li ser axa Efrînê qirkirina entîk dike û wiha got: "Li gorî agahiyên berdest çeteyên Feyleq El Rahman ê li Xutaya Rojhilat birin Efrînê. Ev rewş tê maneya ku li Efrînê qirkirina etnik tê kirin. Li her deverê gel divê li dijî vê qirkeriya etnîk li ser piyan be. Meclîsa ku xayin haziriya wê dikin temsîla gelê me nake. Ên ku di nav vê meclîsê de ne li ser xwîna gelê me bazirganiyê dikin. Gelê me wê ji van kesan hesab bipirse û wan efû neke." 
 
Yûsiv bal kişand ser helwesta ENKS’ê û hevkariya wan a bi Erdogan re û wiha got: "Hêj ENKS'ê li ser Efrîniyan helwesta xwe zelal nekiriye. Hêj saziyên navnetewî jî helwesta xwe diyar nekirine. Civaka navnetewî û NY ji qirkeriya entîk, koçberî û guherîna demografiye ya bi destê Rûsya û Tirkiyê tê kirin, berpis in. Divê berpirsyariyên xwe yên ji bo gelê me yê Efrînê bi cih bînin.’’