Taşdemîr: Rojava ji bo AKP’ê veguheriye kabûsê

ENQERE - Parlamentera HDP’ê Dîlan Taşdemîr diyar kir ku tiştek nema ku AKP’ê neaniye serê kurdan û got Rojava ji bo AKP’ê bûye kabûsa şevan. 
 
Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr di hevdîtinên budçeyê yên li Desteya Giştî ya Meclisê de axivî û bal kişand êrişên li ser rojavayê Kurdistanê. 
 
ROJAVA JI BO AKP’Ê BÛYE KABÛS 
 
Taşdemîr da zanîn ku şer tenê kuştin, talan û feqîriyêbi xwe re tîne û got: “Şer ji bo zengînan tê kirin. Budçeya tê veqetandin jî ji şer re tê veqetandin. Yên ku budçeya şer erê dikin dewlemend dibin. Ev hemû şer li dijî kurdan tê kirin ku kurd nebin xwedî destkeftî û statûyê. Hemû zemîna şer li ser neçaresrkirina pirsgirêka kurd e. Ji bo kurd nebin xwedî tiştekî tiştek nema ku neanîn serê kurdan. Modela gelan Rojava ji bo îktidara AKP’ê veguheriye kabûsa şevan. AKP çavsorî bûye. AKP bi çeteyan re her roj êrişî kurdan û gelên li Rojava dike. Sûcê li dijî mirovahiyê dike.” 
 
TECRÎDKIRINA OCALAN 
 
Taşdemîr anî ziman ku li her devera dinyayê kurd mafê xwe daxwaz dikin lê li dijî kurdan dijminatî tê kirin û şer li kurdan tê ferzkirin. Taşdemîr bal kişand tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pirsa, “Çima tecrîd li birêz Ocalan tê sepandin û ferzkirin?” AKP nikare siyaseta asayî bike lewma jî şer û tecrîdê ji xwe re kiriye amûr û dixwaze îktidara xwe li ser pêya bigire.”