Li Meclisê berteka li dijî çekên kîmyewî: Dixwazin Dêrsimeke din bi serê kurdan bînin

img
ENQERE - Parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da û wiha got: “Dixwazin Dêrsim, Zîlan û Helebçeyên nû bi serê kurdan bînin.” 
 
Hevdîtinên têkildarî Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2023’yan ên li Lijneya Giştî ya Meclisê berdewam in. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dêrsimê Alîcan Onlu ji bo xala 5’emîn a Teklîfê mafê axaftinê wergirt û bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta tirk ve li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê da. 
 
BUDÇEYA LI SER TIRKÎTIYÊ 
 
Onlu, diyar kir ku bêyî li bawerî, nasname û zayendê were nihêrtin, bac ji tevahiya gel tê standin lê Tirkiye ev sed sal e rêvebirin û belavkirina budçeyê li ser bingeha tirkitî û sunîtiyê dike. 
 
ÊRIŞÊN BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ
 
Bi domdarî Onlu bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî û gotina îktîdarê ya “di envantera me de nîne” û wiha domand: “Tirkiyeyê cara ewil ki Dêrsimê çekên kîmyewî bi kar anî. Rayedarên dewletê yên wê demê li xwe mikûr hatin. Mixabin ku zîhniyeta yekperest û înkarger li dijî kurdan serî li heman rêbazan dide. Dixwazin Dêrsim, Zîlan û Helebçeyên nû bi serê kurdan bînin. Her çend ku îktîdar hatibin guhertin jî nêrîna li dijî Dêrsimê qet neguherî ye. Bi awayeke sîstematîk hewl dane nasname û baweriyên Dêrsimê tune bikin. Li gundên herî dûr ên Dêrsimê jî bi mebesta pişaftinê dibistan û mizgeft hatine çêkirin lê binkeyên tenduristiyê, binesazî û hwd. nehatine çêkirin. Di roja me de jî qereqol tên çêkirin û li her çiyayên wê gotina ‘çi dilşad e yê ku dibêje ez tirk im’ tê nivîsandin. 
 
PARA DÊRSIMIYAN 
 
Di berdewamê de Onlu bi lêv kir ku ji budçeya darbeya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê ji bo dêrsimiyan îşkenceyên komî, serdegirtinên malan, birîna rihên pîrên elewiyan û hwd. weke par hatibû veqetandin û wiha bi dawî kir: “Di navbera salên 1993-94’an de koma Tansu Çîller, Agar û Gureş de li Dêrsimê 183 gund, 823 mezra û 8 hezar û 439 mal hatin valakirin, 41 hezar û 939 kes ji warên xwe hatin kirin, hemû daristan hatin şewitandin û tevahiya herêm û mêrgan hatin qedexekirin. Mahmût Yildirim ê JÎTEM’î cara ewil li Dêrsimê hate peywirdarkirin. Baş e lê di nava 20 salên AKP’ê de para Dêrsimê ya ji budçeyê bû çi? Li gorî lêkolîneke ku di sala 2015’an de li Dêrsimê hatiye kirin; ji 100 TL lêçûnên bo Dêrsimê tên kirin 59 lîreyên ji bo parastin, pergala cemaweriyê û ewlehiyê tê xerckirin. Li Dêrsimê pîşesazî tune ye û bi qedexekirina zom û mezrayan re jî sewalkarî, mêşvanî û çandinî jî anîn ber tunebûnê. Çawa ku li şûna komkujerê Dêrsimê Alpdogan di salên 90’î de Yeşîl girtibe, di dema AKP’ê de jî SADAT, tevgera taybet û tîmên Esadullahê girtin.”