HDP: Divê şimaqa li Encu ketiye di guhê hemû partiyên siyasî de çingîniyê bike

img

NAVENDA NÛÇEYAN - HDP’ê şimaqa ku polîs li Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu xist, şermezar kir û got: “Divê şimaq di guhê hemû partiyên siyasî ku li welat îdiaya guhertinê dikin de çingîniyê bike û bikevin nava liv û tevgerê.”

Polîsan di meşa edaletê ya li Kadikoya Stenbolê hate lidarxistin de şimaqek li Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Ferhat Encu dan û tevî wî gelek kes binçavkirin. Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyekê bertek nîşanî vê yekê da. 
 
HDP’ê da zanîn ku di meşê de gelek kes bi lêdanê hatine binçavkirin û wiha got: “Li ber kamerayan polîsekî xeber ji hevalê me Ferhat Encu re gotin û şimaqek lê da. Ev şimaq ne li Encu hatiye dayîn li dijî pratîkên desthilata AKP’ê û MHP’ê li gelê kurd û hêzên demokrasiyê yên li edaletê digerin hatiye dayîn. Ev şimaqa li Ferhat Encu hatiye dayîn li siyaseta demokratîk hatiye dayîn, xeberên hatine gotin ji kesên li edaletê digerin re hatine gotin. Ev êrîş di heman demê de encama dijminatiya kurdan e. Divê ev şimaq di guhê hemû partiyên siyasî ku li welat îdiaya guhertinê dikin de çingîniyê bike û bikevin nava liv û tevgerê. Ev desthilata bêperwa ku her tiştê xwe winda kiriye dixwaze bi tundiyê xwe jinûve ava bike. Divê li dijî van zordestên şimaq danîne hêzên demokrasiyê dest bidin hev.”
 
JI BO DAXUYANIYA LI BER RÊXISTINA KADIKOYÊ BANG KIRIN
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan wê sibe saet di 13.00'an de li ber avahiya Rêxistina Navçeya Kadikoyê bi hemû pêkhate û partiyên tifaqê re daxuyaniya şermezarkirin bê dayîn û banga hevgirtinê li hemû hêzên demokrasiyê û raya giştî ya hestiyar hat kirin.