Biryara derheqê Semra Guzel de dê sibe were dayîn

img

ENQERE – HDP’ê parastina xwe ya têkildarî xistina parlamenteriya Semra Guzel a li Lijneya Giştî ya Meclisê temam kir. Dê biryara derheqê Guzel de sibe were dayîn. 

 
Bi hinceta ku tev li xebatên qanûndanînê nebûye, ji bo xistina parlamenteriya Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel, Komîsyona Amadekar hatibû avakirin. Komîsyonê, di civîna xwe ya 8’ê mijdarê de biryara xwe ya pêşniyarê eşkere kiribû û biryara xistina parlamenteriya Guzel da bû. Parlamenterê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî li Lijneya Giştî li ser navê HDP’ê parastin kir û Tiryakî parastina xwe bi çepikan bi dawî kir. 
 
Piştî parastinê jî Serokwekîlên Partiya ÎYÎ, AKP, MHP û CHP’ê mafê axaftinê girtin û biryara xistina parlamenteriya Guzel weke biryareke rast nirxandin. Li ser vê yekê jî parlamenterên HDP’ê bertek nîşan dan û gotin; “Bi dehan parlamenterên ku nehatine Meclisê hene.” 
 
Biryara têkildarî xistina parlamenteriya Semra Guzel dê sibe li Lijneya Giştî were dayîn.