Tifaqa Ked û Demokrasiyê: Em ê di 2023'yan de pergaleke nû ava bikin

ÎZMÎR - Nûnerên Tifaqa Ked û Azadiyê diyar kirin ku dê di vê hilbijartinê de desthilatê bişînin û pergaleke nû ava bikin. 
 
Li Tirkiyeyê pêvajoya hilbijartinê di atmosfera krîza aborî û siyasî, xizanî, betalî, şer û pevçûnan de dest pê kir. Li gorî hejmarên fermî enflasyon ji sedî 80'ê derbas kiriye, lê payeke mezin a budçeya sala 2023'yan ji bo şer û rantê hat veqetandin. 
 
Li Îzmîrê nûnerên Tifaqa Ked û Demokrasiyê atmosfera siyasî ya li Tirkiyeyê û pêvajoya hilbijartinê nirxandin. 
 
REÇETEYA RIZGARIYÊ
 
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Vedat Çinar Altan, anî ziman ku êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku piştî teqîna li Taksîmê dest pê kirin nîşan didin ku dê pêvajoya hilbijartinê di atmosfereke şerî de derbas bibe. Altan destnîşan kir ku desthilat dê hewl bide ku tevahiya pêvajoyê manîpule bike û got ku tifaqa wan jî ji bo berevajîkirina vê pêvajoyê hewl dide. Altan bilêv kir ku armanca wan tenê ne hilbijartin e û got: "Dixwazî bila hilbijartin çêbibin an jî çênebin, lê tu dîtineke her du blokên heyî ya ji bo guherandina rejîma yekparêz û înûter tune ye. Lê Tifaqa Ked û Demokrasiyê derî vê yekê reçteyeke rizgarkirinê berpêşî gelan dike. Lewma hilbijartinan wekî qadeke tûşîhevbûnê ya girîng dibîne." 
 
'EM Ê XWE DI PRATÎKÊ DE BIBÎNIN'
 
Altan ku got "Ya ku tifaqekekê bebriçav dike pratîka wê ye" wiha axivî: "Li vê axê ku polîtîkayên rojane ev qasî zû diguherin, armanca me ya sereke li gorî geşedanên cuda em zimanê xwe ava bikin û di pratîkê de pêk bînin. Divê zimanê vê tifaqê di pratîkê d epêk bê. Tiştên em îdia dikin divê hemû bi pratîkê bên ceribandin. Lingên xwecihî yên Tifaqa Ked û Azadiyê jî ger bi vî awayî tevbigere dê ruhê xwe bi dest bixe." 
 
'EM ALTERNATÎFA SIYASETA MIRINÊ NE'
 
Berdevkê Partiya Azadiya Civakî ya Îzmîrê Erkan Gokber jî destnîşan kir ku desthilat ber bi hilbijartina 2023'yan ve dixwaze muxalefeta civakî bitepisîne û faşîzmê ferz bike û wiha got: "Dîmen di asteke krîtîk de ye. Êdî şansekî civakê yê ku bisekine tune ye. Agir bi mala karkeran dikeve. Em nikarin ji wan re bibêjin 'li benda hilbijartinê bisekinin.' Li holê rastiyeke wisa heye ku gel nikare di ber heqê fatûreyan, kirêyan û mesrefên zarokan de bigihê. Lewma divê em bi gavine xurt rêya xwe bidomînin. Li hemberî vê dîmena ku gel di nava mirin û sitmayê de mehkûmî neçaresekirinê kiriye, em hewl didin zemîneke gelparêz ava bikin. Gava em vê bikin, dê tu tiştekî ku faşîzm xwe bisipêrê nemîne û dê gel bi ser bikeve." 
 
MAFÊ HILBIJARTINÊ
 
Seroka Partiya Kedê (EMEP) a Îzmîrê Emîne Ûyarêgot ku mafê hilbijartin û bijartinê hatiye eciqandin. Ûyar anî ziman ku qeyûmên ku berê tayinî şaredariyên HDP'î hatine kirin, desthilat dixwazin niha jî tayinî Şaredariya Stenbolê bike û wiha got: "Em desthilateke wisa dibînin ku heya ji dest tê dixwaze muxalefeta li hemberî xwe bêbandor bike. Ji lew re mafên herî demokratîk ên wekî daxuyaniyê, meş û mîtîngan û grevên karkeran tên qedexekirin. Li hemberî vê gel jî êdî naxwaze di şert û mercên ev qasî çewisîner de bijî. Lewma em nabêjin 'em li benda hilbijartinê bin û detshilatê bişînin.' Divê em heya roja hilbijartinê bitêkoşin."
 
JI BO TIRKIYEYEKE RONÎ
 
Rêvebera Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) a Îzmîrê Mizgîn Sunbul jî bilêv kir ku li gel krîza aborî û zext û zordariyê dê hilbijartin di astmofereke wisa de ku cinayetên jinan û dijminatiya li hemberî jinan zêde bûne pêk bê û wiha got: "Wekî tifaq, armanca me em vê desthilatê bişînin. Û paşê jî em dixwazin ji bo karker, jin, ciwan û gelan Tirkiyeyeke ronî ava bikin. Di vê rêyê de çi ji destê desthilatê bê dê bike. Lê dê ev dê nikaribin wan xelas bikin. Em dibêjin alternatîfa gelan Tifaqa Ked û Azadiyê ye." 
 
'TIFAQ JI JINÊN BERXWEDÊR PÊK TÊ'
 
Sunbul bilêv kir ku ne Tifaqa Cumhûrê ne jî ya Miletê jinan nahesibîne û wiha got: "Dengên jinan nahesibînin. Jixwe em ne li benda wan û tiştekî ne. Tifaqa Ked û Azadiyê jixwe ji jinên berxwedêr pêk tê. Lewma tifaqa me cihê hemû jinên ji bo azadiyê li ber xwe didin." 
 
MA / Tolga Guney