MYK’a HDP’ê: Nîşana serkeftinê ya Bayindir, rêbera serkeftinê ya gelê kurd e

img
ENQERE - MYK’a HDP’ê li dijî êrişên ser DBP’ê banga piştevaniyê kir û wiha got: “Nîşaneya serkeftinê ku dema Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir dihate binçavkirin kir, rêbera serkeftinê ya gelê kurd e.”
 
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tekildarî operasyon, serdegirtin û binçavkirinên li dijî Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) daxuyaniyek da. 
 
HDP’ê diyar kir ku bi vê operasyonê vîna gelê kurd hedef hatiye girtin û wiha got: “Ev operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî DBP’ê, ku pêkhateya me ye û vîna siyasî ya gelê kurd e, operasyona hilbijartinê ya desthilatdariya AKP-MHP'ê ye ku antî demokratîk e, dadgeriyê dike amûr û xwedî armanca endezyariya siyasî ye. Ya ku bi hedefgirtina DBP’ê re tê armanckirin ew e ku di demeke ber bi hilbijartinê ve diçin de dest deyne ser vîn û hêza rêxistinbûyî ya gelê kurd. Êrişên di vê pêvajoyê de tên kirin nîşan dide ku desthilata AKP’ê û MHP’ê dixwaze mûxalîfan tasfiye bike, medyaya mûxalîf bêdeng bike û tundiyê li civakê belav bike. 
 
DESTHILAT WÊ NIKARE JI TÊKÇÛNÊ BIREVE
 
HDP’ê di berdewama daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Bila gumana kesê nebe, gelê kurd û hêza wan a birêxistibûyî weke ku desthilatên din têk birin wê deshilata AKP’ê û MHP’ê jî têk bibe. Nîşaneya serkeftinê ku dema Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir dihate binçavkirin kir, rêbera serkeftinê ya gelê kurd e. Ev yek jî nîşan dide ku deshilata AKP’ê û MHP’ê nikare ji têkçûnê bireve.”
 
DESTNÎŞANKIRINA PIŞTEVANIYÊ
 
HDP’ê di daxuyaniyê de wiha bang li rayagiştî ya demokratîk û muxalefetê kir: “Em bang dikin ku raya giştî ya demokratîk bi gelê kurd û heza wî ya birêxistinbûyî re bikeve nava piştevaniyê û muxalefet jî li dijî lîstikên AKP’ê û MHP’ê bisekine. Em operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî DBP’ê bi awayekî tund şermezar dikin. Em careke din diyar dikin ku em ê bi mezinkirina berteka xwe ya demokratîk van operasyonên qirkirina siyasî pûç bikin. Bi bertekên me yên demokratîk wê gelên Tirkiyeyê bi ser bikevin û desthilata AKP’ê û MHP’ê têk biçe.”