Tifaqa Ked û Azadiyê li Stenbolê dicive

img
STENBOL - Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo stratejiya hilbijartinê û profîlê/a namzetiya Serokkomariyê diyar bike di 5’ê çile de li Stenbolê dicive. 
 
Tifaqa Ked û Azadiyê ya ku bi stratejiya Rêya Sêyemîn henaseyek nû li siyaseta Tirkiyeyê vekir, di 24’ê îlona 2022’yan de “Nexşerêya” xwe diyar kiribû. Pêkhateyên Tifaqê piştî vê nexşerêyê di 5’ê çile de li Stenbolê dicive. Di rojeva civîna Tifaqê de stratejiya hilbijartinê, berfirehkirina tifaqê û mitînga mezin a dê di 15’ê çile de bê lidarxistin hene. 
 
NÎQAŞA LI SER NAMZETIYA SEROKKOMARIYÊ 
 
Tifaqa Ked û Azadiyê di civîna ewil a salê de wê hem stratejiya hilbijartinê hem jî xeta têkoşîna serdema nû diyar bike. Her wiha Tifaq dê di civînê de li ser namzetiya Serokkomariyê jî nîqaşan bike û li dijî pozisyona tifaqên Cûmhûr û Millet dê profîlê/a namzetiya Serokkomar zelal bike. Tifaq li ser wê yekê dixebite ku ji bo partiyên siyasî yên ku cih li gel wan negirtine û rêxistinên sivîl cih bigirin û viya bigihînin biryarê. 
 
Tifaqa Ked û Azadiyê xwe ji bo “Mitînga Mezin a Stenbolê” jî amade dike û wê peyamên serdema nû jî di vê mitîngê de bê dayîn.