Beştaş: Bila têkiliyên bi komkujiyên Parîsê re bên lêkolînkirin

img
ENQERE - Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş ji Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay pirsî ka gelo dê lêkolînkirina têkiliyên bi komkujiyên Parîsê re pêk werin an na. 
 
Di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransê Parîsê di encama sûîkastek çekdarî de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin. Piştî vê komkujiyê bi 10 salan di 23’ê Kanûna 2022’yan de dîsa li Parîsê di encamek êrişek çekdarî de Emîne Kara, Mîr Perwer û Aburrahman Kizil hatibûn qetilkirin. Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş têkildarî komkujiyan pêşniyazpirsa da Serokatiya Meclisê û xwest Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay bibersivîne. Beştaş di pêşniyazpirsê de diyar kir ku li gel ku 10 sal bi ser komkujiya Parîsê ya yekemîn re derbas bûn hê jî cîhanyet nehatiye ronîkirin û piştî vê di 23’yê Kanûna 2022’yan de bi heman rengî komkujiya duyemîn pêk hat. 
  
Beştaş di pêşniyaznameyê de diyar kir ku têkildarî komkujiya ewil lêpirsînek bi bandor nehatiye birêvebirin û bi êrişa duyemîn re komkujiya yekemîn dîsa ketiye rojevê û got: “Heke têkildarî komkujiya 9’ê Çileya 2013’an de lêpirsînek bi bandor bihata birêvebirin dê polîtîkaya bêcezahiştinê rê neda komkujiya duyemîn. Gelo dê lêkolînkirina têkiliyên bi komkujiyên Parîsê re pêk werin an na.”