Li dijî tecrîdê Nobeta Edaletê: Deriyên Îmraliyê vekin

img
ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr di roja 14’an a Nobeta Edaletê ya li dijî tecrîda Îmraliyê de axivî û wiha got: “Tecrîd, encama dijminatiya li dijî gelê kurd e. Deriyên Îmraliyê vekin.”
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikarin bi miwekîlê xwe re hevdîtinan bike dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 14’an de berdewam dike. Parlamenterên HDP’ê Remziye Tosun, Mehmet Ruştu Tiryakî, Mahmût Celadet Gaydali, Erol Katircioglû, Erdal Aydemîr, Kemal Bulbul, Kemal Pekoz, Huseyîn Kaçmaz, Muazzez Orhan Işik û Nûran Îmîr tev li nobeta îro bûn. Parlamenteran li Deriyê Dîkmen ê Meclisê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de dovîzên “Bila li Îmraliyê hiqûq bikeve meriyetê” û “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” hatin hilgirtin. 
 
‘WELÊT DI TARIYÊ DE YE’ 
 
Di çalakiyê de Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr axivî û bal kişand ser bandora tecrîdê ya li ser Tirkiyeyê. Îmîr, got ku tifaqa AKP-MHP’ê sûdê ji israra di tecrîdê de û polîtîkayên şer digire û hewl dide welêt di nava tarîtî û aloziyê de bihêle. Îmîr, wiha domand: “Her wiha hewl didin çalakiyên xwe yên li dijî mirovahiyê û hiqûqê jî bi vê hincetê bidomînin. Em di her şert û mercan de li dijî her cureyên zextê yên li ser gel têdikoşin. Li Girava Îmraliyê hiqûqeke taybet di meriyetê de ye. Divê bê zelalkirin bê ka ev hiqûqa taybet bingeh û hêza xwe ji ku digire. Bi dehan parlamenter dipirsin bê ka li Girava Îmraliyê çi diqewime û çima deriyên Îmraliyê nayên vekirin. Ji bo vê jî nobetê digirin. Lê AKP bêdeng e.” 
 
BINPÊKIRINA HIQÛQ Û MAFÊN MIROVAN 
 
Bi domdarî Îmîr diyar kir ku tecrîd ji bo bi milyonan mirovan rê li ber fikaran vedike û wiha pê de çû: “Birêz Ocalan roja ku bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin heta niha di tecrîdê de ye. Lê bi taybet jî di nava vê salê de nehiştin bi malbat û parêzerê xwe re hevdîtinan bike. Rayedar bi hincetên ku nîşan didin re mafan binpê dike. Ev yek dê hîn bêhtir rê li ber aloziyê veke. Em Wezareta Dadê hişyar dikin û dibêjin bila xwe zelal bike bê ka divê xwedî zîhniyeteke çawa be. Heke nekarin berpirsyaran bigirin wê demê bila cihên ku dagir kirine biterikînin. Em dizanin ku hûn dixwazin bi rêya polîtîkaya şer îktîdara xwe biparêzin. Ev tecrîda ku hûn li Îmraliyê didomînin, her wiha parçeyeke şerê taybet e. Di vî şerî de rojane bi sedan mirov jiyana xwe ji dest didin. Li hêla din jî di nava xizantiyê de ne. Hem hiqûqa navxweyî û hem jî ya navneteweyî tê binpêkirin.” 
 
DIJMINATIYA LI KURDAN 
 
Îmîr axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê di tavilê dev ji sepanên xwe yên keyfî berdin. Em dixwazin pêşî li ber aloziya heyî bigirin. Birêz Ocalan rastiyeke Tirkiyeyê ye. Dibe ku hûn bi rêya qedexekirin, krîmînalîzekirin û tecrîdkirinê hewl bidin pêşî lê bigirin lê belê xwedî giraniyeke ewqas zêde ye ku dikare rewşa siyasî pir mezin biguherîne. Encamek ji polîtîkayên we yên şer dernakeve. Divê îktîdar dev ji dijminatiya li kurdan berde. Ji bo bidawîkirina tecrîdê ya ku ji destê me tê em ê bikin. Weke parlamenteran em her roj xebatan dikin û heke ev xebat li welateke din bihatina kirin, dê hemû rayedaran karên xwe bidana sekinandin û ji bo çareseriyê biketina nava hewldanan. Lê ji ber ku ji vê rewşê sûd digirin, dê fermana berfirehkirina hêzên xwe bidin. Em jî li dijî vê rewşa xetere tevdîran digirin. Parêzerên birêz Ocalan di nava du salan de nêzî 300 caran serî li Wezareta Dadê dan. Lê ne erênî ne jî neyînî tu bersiv nehatin dayîn. Her wiha birêz Ocalan di serdana CPT’yê ya li Îmraliyê de jî derneket hevdîtinê. Em dixwazin ku îktîdara AKP’ê weke karê destpêkê tavilê deriyên Îmraliyê li pêşiya şandeyeke serbixwe veke û piştre jî şandeyên me biçin Girava Îmraliyê. Banga me ji bo Wezareta Dadê ew e ku demildest şandeyên serbixwe ava bike û ji bo aştî û çareseriyê deriyên Îmraliyê veke.”