Banga ji bo mitînga 15'ê çileyê: Hêvî em in

STENBOL - Nûnerên partî û rêxistinan ên pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê, ji bo mîtînga ku dê di 15'ê çileyê de li dar bixin bang kirin û wiha gotin: "Werin em hêviyê biqîrin." 
 
Tifaqa Ked û Azadiyê ku ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) û Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) pêk tê, dê di 15'ê çileyê de li Qada Kartalê ya Stenbolê bi dirûşma "Em pêşî li ber xizanî, şer û zextan bigirin" mitînga xwe ya ewil a hevpar li dar bixe. Dê hevserok, serok û berdevkên pêkhateyên tifaqê tev li mitîngê bibin. Mitîng dê saet di 13.00'an de dest pê bike. Li navçeyan xebatên ji bo mitîngê didomin. Siyasetmedaran ji bo beşdariya li mitîngê bang kirin. 
 
KOCA: HÊVÎ EM IN
 
Endama Desteya Berdevkan a TOP'ê Perîhan Koca, bal kişand ser pirsgirêkên li welêt û wiha got: "Dirûşma me, divê wekî pêşîlêgirtina li pirsgirêkan û qîrîna gelan bê fêmkirin. Em ê bi vê mitîngê ragihînin ku gel kirde ye û vê kirdeyê vediguhêzînin kuçe û kolanan û banga ji bo Rêya Sêyem pêk bînin. Em ê careke din bi awayekî herî xurt ragihînin ku 'em ê bi hev re biguherînin' û tekane vebijêrka gel 'hêvî' em in." 
 
Koca bilêv kir ku civak di nava du blokên serdest de hatiye asêkirin û got ku ew ê di atmosfereke siyasî de ku dibêje "an restorasyon an jî faşîzm", Rêya Sêyem pêk bînin. 
 
Bi domdarî Koca destnîşan kir ku mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê, "mitînga gel" e û got: "Em mecbûr in ku îro vê hêrs û bertekê birêxistin bikin. Em hêzên siyasî yên Tifaqa Ked û Azadiyê, mecbûr in yekitiya çarenûsê ya tevahiya derdorên civakê pêk bînin. Rêya Sêyem jî tenê bi yekitî û têkoşîna hevpar pêkan e." 
 
AKDENÎZ: EM Ê BI YEKITIYÊ BI SER BIKEVIN
 
Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz jî got ku mirov muhtacî nên in û nikarin goşt û şîr bikirin. Akdenîz, bilêv kir ku welatî mehkûmî meaşekî di biniya sînorê birçîbûnê de hatine kirin û got ku zarok têr naxwin û jin nekêfxweş in. Akdenîz, destnîşan kir ku li welêt bargiraniyeke mezin a debarê heye û got ku ji ber çewisandinên "yekzilamî"yê li welêt mitîng, grev, sendîkavanî û têkoşîna ji bo mafan hatiye jibîrkirin û got ku dê Tifaqa Ked û Azadiyê rê li ebr van pirgsirêkan bigire. 
 
Akdenîz da zanîn ku dê li Qada Kartalê peyama "Hûn bibin yek, em bibin yek dê gelek tişt çêbibin" bidin û wiha domand: "Ji lew re gel wisa difikire ku 'tu çi bikî jî dê ev rewş neguhere.' Lê ne wisa ye. Karkerên Bekaertê tevî hemû qedexeyên li ber grevê jî, greveke fiîlî kirin û bi ser ketin. Nexwe mirov dikare bi ser bikeve." 
 
Di berdewamê de Akdenîz diyar kir ku bi yekitiyê pêkan e ku desthilat paş de gav biavêje û got ku di vî warî de bi ser nekevin û desthilatê neşikînin, dê nikaribin pergaleke nû ava bikin. 
 
ENCU: EM Ê HÊVIYÊ BIQÎRIN
 
Hevserokê HDP'a Stenbolê Ferhat Encu jî destnîşan kir ku dirûşma mîtînga wan texrîbatên ku desthilata AKP-MHP'ê ew çêkirine rave dike û got ku civak xizan bûye û polîtîkayên şer jî vê xizaniyê gurtir dikin. Encu bilêv kir ku ji sedî 60'ê budçeya welêt ji bo pîşesaziya parastinê hatiye veqetandin û ev yek jî dibe sedema xizaniyê. 
 
Encu anî ziman ku desthilat dixwaze bi tirsê civakê biçewisîne û wiha pê de çû: "Argumana herî bikarbar jî êrişa li ser gelê kurd û gurkirina netewperestî û faşîzmê ye." 
 
Encu destnîşan kir ku dê di mitîngê de hêviyê biqîrin û wiha axivî: "Li dijî van zextan, van polîtîkayên şer û xizaniyê em li qadê bi hev re dengê azadî, edalet û demokrasiyê bilind bikin. Werin em bi hev re îtiraza xwe bi reng û dengê xwe bi awayekî herî xurt bilêv bikin." Encu anî ziman ku ger gel dixwaze feraseta AKP-MHP'ê ji vê xakê bê şandin, divê bi wêneyekî xurt xwedî li têkoşîn, çand, ziman û azadiya xwe û demokrasiyê derkeve." 
 
OZTURK: EM Ê BIGUHERÎNIN
 
Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk jî anî ziman ku zextên polîtîk, pirsgirêka di warê demokrasî, xizanî û betaliyê de, pirsgirêkên sereke yên welêt in û got ku dê di mitîngê de çareya van pirsgirêkan bînin ziman. Ozturk ku got li dijî desthilata "talûke, tarî û despot" têdikoşin ev tişt bilêv kirin: "Demeke berê em bi hewldaneke darazê ya li hemberî HDP'ê re rû bi rû man. Nizanim mirov dikare ji vê re bibêje daraz yan na. Hesabên wê hatin bloqekirin. Naxwazin HDP bi derfetên raya giştî daxilî hilbijartinê bibe. Em di her warî de bi zextên hiqûqî û polîtîk re rû bi rû ne." 
 
Ozturk bilêv kir ku dê di 15'ê çileyê de daxwaza ji bo heqdestê karkeran û pergaleke dirust a darazê bînin ziman. 
 
MA / Rûkiye Adiguzel