Kiliçdaroglû bang li Heyva Sor a Tirk kir: Di depoyên we de çiqas kon hebin em ê tevan bistînin

img
ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû wiha bang li Heyva Sor a Tirk kir: “Di depoyên we de çiqas kon hebin ji me re bînin, em ê tevan bistînin û bişînin herêmên erdhejê.” 
 
Serokê Giştî yê Partiya Gela a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglû di civîna koma partiya xwe de axivî û bertek nîşanî Heyva Sor a Tirk da ku kon firotibûn. Kiliçdaroglû got ku pêdiviya herêmên erdhejê bi konan hene û wiha bertek nîşanî Heyva Sor a Tirk da: “Hêj jî pêdivî bi konan heye. Saziyeke ku di emrê komarê de bazirganiya konan dike. Ez bang li rayedarên Heyva Sor dikim; di depoyên we de çiqas kon hebin ji me re bînin, em ê tevan bikirin û ji herêmên erdhejê re bişînin. Ev saziya alîkariyê veguherandine ticaretxaneyê.” 
 
ARTÊŞ JI BO ÇI HEYE?
 
Bi domdarî Kiliçdaroglû got ku divê dewlet li hemberî xetereyan her tim amade be û wiha bi dawî kir: “Artêşa me bo çi heye? Heke şer derkeve dê bikeve nava liv û tevgerê. Heke şer tune be wê demê tu pirsgirêkên me nînin û ji bo şer her tim amade ne. Dewlet neçare ji bo hemû xetereyan xwe amade bike. Ev îktîdara ku di bin kavilan de ma, dibêje texmînên me xelet derketin û li benda erdheja Stenbolê bûn. Di raporên erdhejê de her tişt hatiye diyarkirin. Tevdîrên divê bihatina girtin hatine destnîşankirin. Haya kê ji vê nîne? Haya rêveberên dewletê ji vê nîne. Liyeqat ji holê rakirin û stûnên dewletê birîn. Stûna dewletê edalete û wan ev stûn rizandin. Heke hûn stûnên dewletê bibirin, dê bi rewşên wiha re rû bi rû bimînin.”