Ziyareta HDP'ê ji bo yekîtiya neteweya kurd didome

img
HEWLER - Şanda HDP’ê ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî di navde ye li gel Komeleya Îslamî civiya. Endamê encûmena siyasî yê Komele diyar kir ku ew ji bo lidar xistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê amade ne.
 
Ziyareta şandeya Partiya Demokratik a Gelan (HDP) a ji Hevseroka Giştî ya HDP’ê Perwîn Buldan, parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca, Dîlek Ocalan, Îmam Taşçier, endama Meclîsa HDP’ê Zeyneb Boga û Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk pêk tê, li Başûrê Kurdistanê di roja seyêmîn de dewam dike. Şandeya HDP’ê li Hewlêrê ger û civînên xwe bi partiyên siyasî re didomîne. Heyet, îro li Hewlêr çû serdana mekteba Emîrê Komeleya Îslamiya Kurdistanê. Şande ji aliyê Emîrê Komele Elî Bapîr, endamê encûmena siyasî yê Komele Ebdulstar Mecîd, endamên rêveberiya Komele Şiwan Raber, Hesen Babekir, parlamentera Komele Şukriye Şêxan, berpirsê peywendiyên Komele Selîm Koyî û berpirsê malbenda Komele yê Hewlêrê Seîd Herkî ve hate pêşwazîkirin.
 
Piştî civîna navbera herdû aliyan de, endamê encûmena siyasî yê Komeleya Îslamî Ebdulstar Mecîd têkildarî naveroka hevdîtinê agahî da çapemeniyê. Mecîd, anî ziman ku mijara sereke ya civîna wan lidar xistina kongreya netewî bû û wiha got: "Me jî diyar kir ku em ji hemû xebatên pêwîst ên ji bo lidar xistina kongreyê re amade ne. Me ji şanda HDP’ê re got ku divê demek herî zû alî bên gel hev û ji bo kongreya netewî xebatên pêwîst bikin. Ev jî ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd”.
 
Şanda HDP’ê îro li bajarê Hewlêr li gel Hizba Komunîsta Kurdistanê, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Hizba Zehmetkêşanî Kurdistanê jî kom bûbû.