Di doza Demîrtaş de dozgerê erkdar kî ye?

img
ENQERE - 3'emîn Danişîna doza sereke ya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, dest pê kir. Di danişînê de Demîrtaş parastin kir û wiha got: "Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê 4 roj beriya girtina me, biryara "Bê erkdayînê" da. Tevî biryara 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran Enqereyê Rojava ya Enqere ya "Teqez erk ya te ye" dosya şand Amedê. Pir balkêş e dozgerek rayeyê davê ser dozgerê din." 
 
3'emîn danişîna doza Hevserokê giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş ku girtî dê darizandin li Enqere dest pê kir. Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê anîn Girtîgeha Sincanê. Demîrtaş ji dosyaya ku tê darizandin 460 roj şûnde di 14'ê Sibatê de derxistibûn pêşberî dadgehê. Di danişîna dozê de Hevserokên Giştî yê HDP'ê Sezaî Temelli û Pervin Buldan û gelek kesên din amade bûn. Li Salonê fezlekeyên der barê Demîrtaş de hatibûn amadekirin yek bi yek hat xwendin. Heyeda dadgehê diyar kir ku di dosya fezlekeya hêjmar 31 ya têkildarî çalakiyên 6-8'ê Cotmehê de di navbera dozgeriya Enqere û Amedê de biryarên "Bêerkdariyê" hatibû dayîn û dosya di navbera wan de diçe û tê. 
 
Demîrtaş, parastin kir û diyar kir ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê 4 roj beriya girtina wî biryara "Bêerkdayînê" da tevî biryara 3'emin Dadgeha Cezayên Giran a Enqereya Rojava ya teqes "Rayedar tu yî" dîsa dosya şandin Amedê. Di rewşa asayi de mijara erkê zelal bûbû. Du dadgehên cezayên giran biryar dabûn. Lê dîsa Enqere dosyayê dîsa paşve dişîne. Ji Amedê re dibêje "Erk tu ye. Tu dê lêpirsîn bike" Balkêş e Dozger Kurtça Eker ya îdîanameyê amade dike 3 roj beriya girtinê, dibêje: ‘Na ez ne erk im. Berê biryar hatiye dayîn. Tu erk e' Biryara 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqere bibir dîxe û dosya dîsa paşve dişîne. di heman roja ku Amed biryar dide Dozger dîsa biryar die û dibêje ‘Na tu erk e. Ma tu fam nake' piştre Amed dibêja ‘Ha min fam kir' û qebûl dike. 
 
Demîrdaş anî ziman ku tevî biryara 2 dadgehên cezayên giran dosya di navbera dozgeran de diçe û tê û wiha got: "9 fezlekeyên bi vî rengî hene. Em baş dizanin ku dozgerî çawa kar dikin û îşleyîşa wan çawa ye. Dozerê bi navê Koordinator tune ye. Du dozger nikare bêje ez kordîneyê didin ser milê xwe. Tevî hevseroka me Birêz Figen Yuksekdag bi ser malê me tevan de girtin û raste rast em revandin. Ez 12 salin wekîl im. 8 salan hevserok im. Em baş dizanin di nava hikûmetê de çi dibe. Çi di axivin em baş dizanin. Ev operasyon dê di 6'ê Cotmehê de pêk hatibûya. Dê di salvegera 6-8'ê Cotmehê de pêk hatibûya. Lê bernameya min a dervê welat hebû. Ez di 5’ê Cotmehê de li dervê welat bûm. Ji ber vê yekê operasyon taloq kirin. Em dizanin ku yên operasyon plan kirin ji ber plana wan pêk nehat firce jî xwarin. Gotin we çiqa derve li wan qedexe nekir." Li vir armanc me bigirin. Ji ber ku nikarin li ser fezlekeyekê me bigirin divê fezlekeyan tev kom bikin. 
 
‘WEKÎLEK ÇAWA DIBE KU BI DELÎLÊN FETO BÊ GIRTIN'
 
Ger ku yek fezelek rast be ez ji ber yekê jî narevim. Di îdîanameyê de der barê tişta min kiriye pir kêm e. Min ne 500 rûpel, min 5 milyon rûpel axaftin kiriye. Ez dê wan tevan biparêzim. Lê ez qet qebûl nakim ku van kumpas, feq û kemînan li pêş min dîinin. Ez naxwazim tişta ne aydî min be bikin aydî min. Çawa çêdibe ku wekîlek bi îdîaya dozgerê ku FETO amade keriye bê girtin û bê darizandin. Di dozên şîke, doza Ergenekonê, doza Balyoz û gelek dozên wekî wê de dozgerê biryar dane ji FETO girtî ne. Dadger ji FETO girtîne. "