Partiya Çepên Kesk li Meletiyê ye: AKP li Kurdistanê tune bûye

img
MELETÎ - Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin di hevdîtina bi gel re ya li Meletiyê de diyar kir ku operasyonên îktîdarê nîşaneya bêçaretiya wê ne û wiha got: “AKP êdî li erdnîgariya Kurdistanê tune bûye.” 
 
Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên 14’ê Gulanê de li Colemêrg û Şirnexê starta mitîngan dabû. Partî, xebatên xwe niha jî li Meletiyê didomîne ku di erdhejê de wêraniyeke mezin lê çêbûbû. Hevdîtin, li Taxa Cemal Gursel hate lidarxistin û Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz tev li bûn. 
 
Di hevdîtinê de namzetên parlamenteriyê hatin danasîn. Di hevdîtinê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. 
 
Akin û Aydenîz mexdûrên erdhejê silav kirin û bang li gel kirin. 
 
AYDENÎZ: JIN DIKARIN BIGUHERÎNIN 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Saliha Aydenîz bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” dest bi axaftina xwe kir. Aydenîz, ji ewil mexdûrên erdhejê bi kurdî silav kir û wiha got: “Heke azadiyek were, ev azadî dê bi destê jinan were. Lewma dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ veguherî felsefeyekê. Tenê jin dikarin biguherînin û xwe li ber vê pergala dîktator a zordest bigirin. 
 
Bi ser erdhejê re 79 roj derbas bûn lê hêj jî êş û hêrsa me mîna roja ewil e. Vê îktîdarê erdhej veguherand karesateke mezin û em ê li ser sindoqan hesabê jê bipirsin. Vê îktîdarê ji ber rant û bekaya xwe hêj jî pirsgirêkên vê derê çareser nekirine. Berevajî vê, pirsgirêkan hêj kûrtir dike. Kesên di rojên ewil de li qadê xuya nedikirin û mirovên me terkî mirinê kirin niha qad bi qad li herêmên erdhejê digerin. Baş e hûn di 48 saetên ewil ên erdhejê li ku bûn? Em dizanin ku derdê we ne çareserkirina pirsgirêkan lê rant e. Em ê di 14’ê Gulanê de bersiva herî xurt bidin wan. 
 
OPERASYONA DARBEYÊ YA HILBIJARTINÊ
 
Ev operasyona dawî hatiye kirin operasyona darbeyê ya hilbijartinê ye û hewl didin hebûna xwe bidomînin. Kesên hatin binçavkirin ew kes in ku di roja ewil a erdhejê de hatibûn vê derê, alîkarî dabûn û kampanyayên alîkariyê dimeşandin. Îktîdarê hewl da vê piştevaniyê ceza bike. Lê ne 150’an lê hûn hezar û 500 hevalên me jî binçav bikin em ê dîsa li cem gelê xwe bin. Îktîdar, zilm û operasyonan hêjayî gel dibîne. Bila kelemçe yên we bin lê kolan dê yên me bin. Partiya Çepên Kesk ji bo çareserkirina pirsgirêkan tê û hewl dide bingeha jiyanê li ser vê xakê biafirîne. Partiya Çepên Kesk soza azadiyê û îktîdar jî ya girtinê dide. 
 
XELKÊ MELETIYÊ BIRYARA XWE DA 
 
Partiya Çepên Kesk ji bo azadiya ciwan, jin û gelan tê. Em kolan bi kolan, tax bi tax xebatan dikin. Em li her derê ne û li her derê biryarbûn û xwedîderketineke pir xurt heye. Ev yek jî hêviyeke mezin çêdike. Em li Meletiyê vê dibêjin; em biçin ser sindoqan û dê dengekî xwe ji bo paşxistina faşîzmê biavêjin û yê din jî bidin Partiya Çepên Kesk. Divê Partiya Çepên Kesk bi hejmareke zêde bikeve meclisê. Divê em cîran, heval û rêhevalên xwe qaneh bikin. Em ê herî kêm bi 100 parlamenteran bikevin meclisê. Meletiyê biryara xwe daye û dê Partiya Çepên Kesk bişîne meclisê. Em ê di her deqe û saniyeyê de bixebitin û li Meletiyê rola xwe ya dîrokî bilîzin. Em soza didin ku dê bi îktîdarê bidin windakirin.” 
 
AKIN: OPERASYON BÊÇARETIYA ÎKTÎDARÊ NÎŞAN DIDE
 
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin jî diyar kir ku Tirkiye di erefeya hilbijartineke dîrokî de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Belê rast e em duh bi operasyonekê rû bi rû man. Em bi rejîmeke qesrê rû bi rû ne. Lê çi dikin bila bikin em ê dîsa li vir bin û her hebin. Em ê wan têk bibin. Ev operasyon di esasê xwe de nîşaneya bêçaretiya wan e. Me gelek caran jiyan. AKP êdî li erdnîgariya Kurdistanê tune bûye. Dixwazin bi van operasyonan rê li ber xebatan bigirin. Lê çi bikin jî em ê wan hilweşînin û biavêjin sergoya dîrokê. 
 
Di erdhejê de ev der û gelek bajar din bin kavilan de man. Lê îktîdara ku erdhej veguherandî karesateke hîn mezintir, 3 rojan li holê xuya nedkir. Dema we pirsa ‘dewlet li ku ye?’ dikir, ew li qesrê rûniştibûn.  Mirovan nîşan da bê ka dema dewlet tune be piştevaniyeke çawa pêş dixe. Ev rejîma qesrê êdî nikare tu pirsgirêkan çareser bike. Lewma jî xwe bêçare hîs dikin. Me li hemberî van tu carî serî netewand û dê îktîdara wan hilweşînin. Divê em baweriya xwe hîn xurtir bikin û bi hev re biguherînin. Partiya Çepên Kesk 11 salan pêkhateya HDP’ê bû û niha jî hewl dide berpirsyartiya xwe ya dîrokî pêk bîne. Em êdî li her devera Tirkiyeyê dixebitin. Em li bendê ne ku ji Meletiyê jî encameke xurt derkeve. 
 
JI BO AVAKIRINA PÊŞEROJÊ DENGÊ XWE BIDIN PARTIYA ÇEPÊN KESK 
 
Em ê dengekî xwe ji bo paşxistina faşîzmê biavêjin û dengê din jî ji bo avakirina pêşerojê bidin Partiya Çepên Kesk. Divê em pêşeroja xwe ava bikin. Ji bo xerabiyên sedsalî dîsa neyên dubarekirin, divê em bi hêzeke mezin bikevin parlamentoyê. Her wekîlê hûn ji vir dişînin dê bibe dengê we. Niha 17 partî di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de têkoşîna hevpar didin. Em bûn partiyeke wisa ku nûnertiya heman gelan, jinan, ciwanan û baweriyan dike. Me berpirsyartî li xwe girt û dê bi cih bînin. Em li vir in û dê bi hev re bi ser kevin.”