‘Bi hezaran dest pê kir lê niha bûne milyonan kes’

img
AMED - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn di kongreya navçeyê ya partiyê de axivî û wiha got: “Me bi hezaran dest pê kir û niha bûne bi milyonan kes ku qad têrî me nakin.” 
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Peyas a Amedê bi dirûşma “Em ê bi hev re bi ser kevin” 1’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Kongre, li Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Senê hate lidarxistin. Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Ceylan Akça, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn, rêxistinên HDP û DBP’ê yên bajar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li kongreyê bûn. Her wiha endamên şandeya çavdêriya hilbijartinê yên ji Ingilistanê hatin jî kongre şopandin. Piştî hilbijartina endamên dîwanê, ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqeyek rêz hate girtin. 
 
‘EM ÎRO BÛNE BI MILYONAN KES’
 
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn di kongreyê de axivî û wiha got: “Hedefa me ya li Amedê ew e ku her 12 parlamenteran jî bi dest bixin. Ji sêdaran heta darbeya 12’ê Îlonê û salên 90’î, her tişt heman e. Heta pergaleke ji pergala wê demê zordesttir heye. Cenazeyên me di tûrikan de dan me û cenazeyên me li kolanan hiştin. Bi qasî êş û travmayan, hêviyên me jî pir in. Lê divê baş bizanin ku ji HEP’ê heta niha em her tim rastî astengiyan hatin û me gelek bedel dan lê me gelek destkeftî bi dest xistin. Îro dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ ji bo hemû cîhanê bûye mînak. Me bi têkoşîna xwe ne tenê gelê kurd lê gelên Rojhilata Navîn û hemû cîhanê jî ronî kirin. Me bi hezaran dest pê kir lê niha bûne milyonan kes ku qad têrî me nakin. Bila baş bizanin ku dê tevahiya bendên wan hilweşînin û di sindoqan de têk bibin. Jin, jiyan, azadî deynê stûyê me ye.” 
 
‘EM BÎRDOZIYA AZADIYA JINÊ DIPARÊZIN’
 
Namzeta parlamenteriyê Ceylan Akça jî got ku dê tu kes nekare bi girtin, binçavkirin û kuştinan rê li ber hêvî û têkoşîna wan bigire. 
 
‘KURDISTAN JI BO MIN YEK PARÇE YE’
 
Rojnameger û lêkolîner Seyran Marûfî ku ji bo şopandina hilbijartinê ji Ingilistanê hatiye Amedê jî keyfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: “4 parçeyên Kurdistanê di bin dagirkeriyê de ne.  Xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi we re ye. Her çend ku Kurdistan dabeşî 4 parçeyan hatibe kirin jî ji bo min Kurdistan yek parçe ye. Dema jinên rojhilatî dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ berz dikin, di heman demê de azadiya mêran jî diqîrin.” 
 
Piştî axaftinan jî Zeynep Okan û Hasan Şeker weke hevberdevk hatin hilbijartin.