Li Erxeniyê protestokirin veguherî mitîngê

img

AMED - Di dema civîna gel a Partiya Çepên Kesk de polîsan kontrola GBT’ê kirin û nehiştin kesên di bin temenê 18 saliyê de tev li civînê bibin. Xelkê navçeyê jî ev rewş protesto kir, protesto ya li ber buroya hilbijartinê veguherî mitîngê. 

Partiya Çepên Kesk xwest bi tevlibûna hezaran kesan li navçeya Erxenî ya Amedê civîna gel li dar bixe. Civîn li qada otogarê bû û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya, namzeta parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Halîde Turkoglû, endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk û bi hezaran welatî tev li bûn. 
 
Qada ku dê hevdîtin lê bihata lidarxistin, bi bariyerên polîsan hate dorpêçkirin û piştî kontrola GBT’ê destûr hate dayîn ku gel bikeve qada civînê. Di heman demê de polîsan nehiştin ku kesên di bin temenê 18 saliyê de bikevin qadê. Partiyiyên ku bertek nîşanî vê sepanê dan, ji ber kesên li derveyî qada civînê hatine hiştin, hevdîtin betal kirin û xwestin bi dirûşmeya “Zext nikarin me têk bibin” ber bi bûroya hilbijartinê ya li navenda Erxeniyê ve meşiyan. Polîsan xwestin meşê asteng bikin. Li ser vê yekê partiyiyan û welatiyan rêya Amed-Erxeniyê ji trafîkê re girtin û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. 
 
BARÎYER DERBAS KIRIN
 
Li dijî berxwedana vir polîs neçar man ku paş ve gavê biavêjin û barîyerên ku danîbûn rakirin. Polîsan pişt re li ser rê dîsa bariyer danîn. Girseya ku bariyer derbas kirin, dirûşm berzkirin, dikandar û welatiyên derketin şaneşînên xwe îşareta serkeftinê li girseyê kir û bi tilîliyan piştgirî da. Girseya derbasî buroya hilbijartinê ya li ser rêya Erxenî û Amedê bû, li vir govend gerand. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk ê di civîna gel a veguherî mitîngê de axivî, anî ziman ku polîs pêkanînên xwe yên bêhiqûqî didomîne. 
 
CIVÎN VEGUHERÎ MITÎNGÊ 
 
Ozturk, bal kişand ku desthilata AKP'ê û MHP'ê helwesta xwe ya êrişkar didomîne û wiha got: "Hûn ê di 14'ê Gulanê de hesaba vê zilma tê kirin di sindoqê de bipirsin. Tu tişt dê we xelas neke. Ne zexta we ne jî zilma we. Em îro da bi gelê xwe re bicivin. Lê ji ber tehamûlî civîna me ya gel nekirin pêkanînên bêhiqûqî xistin meriyetê. Me ev bêqanûnî qebûl nekir. Me bi meşê protesto kir. Em bi tu awayî van pêkanînan qebûl nakin. Yên ku civîna me asteng kirin bila li qelebalixa li vir binêrin. Civîn veguherî mitîngê. Em ê nîşanî we bidin ku ev gel serî natewîne. Hûn ê di 14'ê Gulanê de biçin."
 
Şande piştî civîna gel a li vê derê derbasî Farqînê bû.