Mitînga Partiya Çepên Kesk a Nisêbînê dest pê kir

img
MÊRDÎN -  Mitînga Partiya Çepên Kesk a Nisêbînê bi tevlibûna hezaran kesan dest pê kir. 
 
Partiya Çepên Kesk li Qada Newrozê ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê mitîngê li dar dixe. Bi hezaran welatî herikîn qada mitîngê ku bi flamayên Partiya Çepên Kesk hatiye xemilandin. Welatiyên ku bi flamayan ketin qada mitîngê, li ber stran govend gerandin û dirûşm berz kirin. Hejmareke zêde ya jin û ciwanan tev li mitîngê bûn û cil û bergên wan ên kurdî rê li ber dîmenên rengîn vekirin. Welatiyên astengdar jî li ser kursiyên xwe yên biteker tev li mitîngê bûn. Welatiyan bi dovîzan daxwazên xwe anîn ziman. 
 
GIRSEYÊ GOVEND GERAND
 
Di mitîngê de girseyê bênavber dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Dema Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Mêrdînê û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê ku li şûna wî qeyûm hatiya tayînkirin Ahmet Turk ketin qada mitîngê, coşa mitîngê derket lûtkeyê û çepikên xurt hatin lêxistin. Beşdarên ku li ber stranên koma Ribabê û Koma Jinên Azad govend gerandin, gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kir.  
 
DÊ AXAFTIN BÊN KIRIN
 
Pêşkeşvanê mitîngê dema pirsa “Gelo em ê wan di 14’ê Gulanê de bişînin?” kirî, girseyê bi yek dengî got “Erê.” Piştre jî girseyê dîsa dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. 
 
Mitîng berdewam e û Turk û Aydenîz dê di mitîngê de biaxivin.