Bûldan ji Wanê bang kir: Sibê em ê ji Erdogan re bêjin ‘Van Mînut’

img

WAN - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a bang li waniyan kir, diyar kir ku wê sibê li Wanê ji Erdogan re bêjin “Van Mînut” û wiha got: “Ew dê biçin û dê careke din neyên. Û em ê bi Partiya Çepên Kesk re em ê bi milyonan bên.”

 
Partiya Çepên Kesk bi tevlibûna sed hezaran kesan li Qada Beşyol a Wanê mitînga fînalê li dar xist. Gelê ku ji sê baskan ve di noxteyên lêgerînê de derbas bû, qad bi devî re tejî kir. 
 
‘EM AŞTIYÊ DIXWAZIN’ 
 
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Bajêr Veysî Dîlekçî yê ewil di mitînga ku bi rêzgirtinê dest pê kir de axivî wiha got: “Gelê Wanê hêza xwe îro veguhest qadê, em bi we ser bilindin.” Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Zekiya Kaya ya pişt re axivî jî wiha got: “Em ji bo aştiyê li qadan e. Em edalet û aştiyê dixwazin û naxwazin kes bimire. Divê herkes destê xwe deyne ser wijdana xwe û wisa biçe ser sindoqê.”
 
‘EM KOMARA WAN DIZANIN’ 
 
Yek ji rêveberê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesût Tek jî wiha axivî: “Tu hêz nikare vîna gelê kurd bişikîne. Niha qala sedsala duyemîn a komarê dikin. Em komara wan a sedsalan ji Zîlanê, ji Dêrsimê û ji Roboskê dizanin. Ji bo em heman sedsalê nejîn divê em vîneke xurt nîşan bidin û pergala dîktatoriyê bi dawî bikin. Bijî kurd û Kurdistan.”
 
‘VÎNA GELÊ KURD WEKE AGIR E’ 
 
Dû re Cigîrê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya axivî. Kaya ev tişt gotin: “We axaftina Soylû ya têkildarî tayînkirina şaredariyan a vîna we guhdar kir. Ka şaredariyan pere didan hin cihan? Ev gotin îtîraf e. Em jî bang li gelê xwe dikin; em ê te jî kesên ji şaredariyan aciz jî di sindoqan de têk bibin. Ezbenî; Vîna kurdan weke agire, dişewitîne, weke deryayê ye, dixeniqe.”
 
‘GELÊ ME DIBÊJE ÊDÎ BES E’ 
 
Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek jî diyar kir ku mal bi mal geriyan û xwe ji hilbijartinê re amade kirin û wiha got: “Gelê me dibêje êdî bes e. Em ê ji desthilata 21 salan re bêjin bes e. Em ê Kurdistanê biparêzin û azadiya xwe bi dest bixin. Li her derê em geriyan xizanî heye. Gelê me êdî nikare biçîne, hilberîne. Hatiye asta ku penîrê wê yê bi nav û deng jî nikare çêbike û ji Îranê penîr distîne. Banga me ew e ku ev pergal bi dawî bibe. Piştî ku em desthilata AKP’ê ya 21 salan hilweşînin ji bo ev xizanî bi dawî bibe em ê projeyan çêbikin.”
 
‘MOHRA XWE LI BINÊ DARA PARTIYA ÇEPÊN KESK BIDIN’ 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî diyar kir ku gelê Wanê vîneke mezin danî holê û wiha got: “Sibe wê rojeke xweş be, sibe wê dîrok careke din bê nivîsandin, sibe hûnê dîroka Wanê û dîroka Tirkiyeyê binivîsînin, em ê binivîsînin. Sibe cemreya siyasetê wê bikeve ser siyasetê. Sibe em ê careke din bêjin em li vir in, em ê vîna xwe biparêzin, em ê dengê xwe bi kar bînin û em ê Çepa Kesk bikin partiya yekemîn a li Tirkiyeyê. Ji ber ku tişta ku ez îro li vir dibînim ev e. Gelê Wanê bi biryar e, gelê Wanê bi biryara xwe daye, jin û ciwanên Wanê biryara xwe dane. Gelê me wê vê vînê biparêze, wê vê îradeyê biparêze ku vê zilmê, vê tundiyê, vê înkarê careke din bişîne. Niha em qad bi qad geriyan, me serdana hemû qadên Tirkiyeyê kiriye. Em li her derê axivîn û li her derê peyama xwe dan. Li sibê gotin ya we ye, mohr li cem we ye û di destê we de ye. Mohra xwe wisa li Partiya Çepên Kesk bidin ku Erdogan ji serdî 50 zêdet yekê di xewna xwe de jî nebîne. Ku talanker, qeyûmvan û kesên ev welat şelandin biçin. Bila wisa biçin ku êdî li pişt xwe jî nenêrin û nikarin êdî bên Wanê jî.”
 
DIJMINÊN GELÊ KURD DÊ BIÇIN
 
Bûldan di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Erê em ji xwe bawer in, em ê wan bişînin, em ê dijminê kurdan bişînin, em yên ku çavê xwe ji komkujiyên jinan re digirin bişînin, em ê dizên xeyalên ciwanan bişînin. Mohra xwe wisa li Çepên Kesk bixin ku aştî, edalet û aramî were welat. Em ê bi dengên xwe wan bişînin. Tansû Çîler duh gotibû, ‘ger Erdogan biçe, wê welat biçe’. Gelo dema tu çûyî, welat ji dest çû? Erdogan jî wê mîna te biçe. Em li vir in, em hebûn û em ê hebin. Em ê yek werin, bibin hezar, em yek bûn, em bûn bi milyonan. Bi sedsal in em li ser vê xakê hebûn û em ê hebin. Em ê rûmet û aştiyê bînin vî welatî.
 
KES NIKARE GEFAN LI ME BIXWE
 
Niha îtîrafkarek heye, hilbijartinan weke darbeyê penase dike. Ji bo ku darveya siyasî bikin hilbijartinê weke darbe penase dikin. Sibê dê bi demokrasiyê re rûbirû bin. Dê bi bihara gelan a rast a vî welatî re rûbirû bimînin. Niha ji bo dengan ji gelê kurd bigirin careke din peyamê didin gelê kurd. Erdogan di axaftina xwe ya li Êlihê de wiha got ‘tu kes nikare gefan li gelê kurd, xwişk û birayên min ên kurd bixwe. Gefa herî mezin hûn in. Gefa herî mezin a li vî welatî ji bo kurdan tifaqa AKP’ê û MHP’ê ye. Belê tu kes nikare gefan li me bixwe, tu kes nikare çokan bi me bide deynan û serî me bide tewandin. Hûnê vê bizanin û hîn bibin û hûn ê careke din bi di sindoqan de bi vîna gel re rû bi rû bimînin. Yên ku dê we bişînin dê bibin jin û ciwan.
 
EM Ê LI WANÊ BIKIN 8 Û 0 
 
Sibê rojeke ku dê qedera me hemûyan biguhere ye. Ji ber wê yekê dema hûn çûn ser sindoqan we pisûleya xwe wergirt, bila çavên we tenê li darê bin li dara Çepên Kesk bin. Mohra xwe tenê li binê dara Çepên Kesk bibin. Ji bo ku hûn Çepên Kesk bi awayekî xurt bişînin Meclisê divê hûn teqez tercih bikin. Hûn dê dengê xwe yên duyemîn jî ji bo Erdogan têk bibin bidin. Em ê li Wanê bikin 8 û 0. Hûn dê sibê li Wanê ji Erdogan re bêjin ‘Van Mînut’. Ew dê biçin û nikarin êdî werin. Dema me li Wanê kir 8 û 0 hûn ê xwedî li vîn û sindoqên xwe derkevin. Em bi we bawer in, em ê teqez serbikevin, ez ji dil bawer dikim.”
 
Piştî axaftina Bûldan hunermend Ozlem Baglayan û Alî Jiyan konser li dar xistin.