Ozturk: Çirûska demokratîkbûnê hate vêxistin

img
STENBOL - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Hakan Ozturk bi bîr xist ku hilbijartinên Stenbolê jî hatibûn nûkirin û wiha got: “Hilbijartina serokkomariyê bo tura duyemîn ma û vê yekê nîşan da ku çirûska demokratîkbûnê hatiye vêxistin.” 
 
Di hilbijartina serokkomariyê ya 14’ê Gulanê de namzetê Tifaqa Cumhur Tayyîp Erdogan ji sedî 49,51 û namzetê serokkomariyê yê Tifaq a Milet Kemal Kiliçdaroglû ji sedî 44,88, namzetê Tifaqa Atayê Sînan Ogan jî ji sedî 5,7’ê dengan stand. Ji ber ku di hilbijartinê de ji sedî 50+1 nehat bidestxistin, hilbijartin bo tûra duyemîn ma. Hilbijêr dê di 28’ê gulanê de dîsa biçe ser sindoqan û ji Erdogan û Kiliçdaroglû yekî jê hilbijêre. 
 
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Hakan Ozturk ku di Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirt û weke Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê hate hilbijartin û Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Celal Firat têkildarî tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê axivîn. 
 
HILBIJARTINA STENBOLÊ YA HATIYE NÛKIRIN BI BÎR XITS 
 
Hakan Ozturk, hilbijartinên Stenbolê yên hatine nûkirin bi bîr xist û wiha got: “Dema hilbijartinên Stenbolê hatin nûkirin, hilbijêrên berê neçûn ser sindoqan jî çûn dengê xwe dan. Hilbijartin bi ferqeyeke bi qasî 800 hezar dengan hatin qezenckirin. Divê em biin ku hilbijêrên me biçin ser sindoqan. Divê em ji encama heyî bêhêvî nebin. Erdogan di hilbijartinên din de bi ferqekî mezin qezenc kiribû. Lê di vê hilbijartinê de bo tura duyemîn ma. Ev jî tê wê wateyê ku li Tirkiyeyê çirûska demokratîkbûnê hatiye vêxistin. Ev yek gav bi gav pêk tên. Em ê dîsa têbikoşin û di tura duyemîn de bi ser kevin.”
 
‘EM Ê BÊHTIR BIÇIN BA GEL’
 
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Celal Firat jî ev tişt anî ziman: “Di hilbijartinan de gelek bêusulî hatin kirin. Dengên partiya me ji bo partiyên din hatin nivîsandin. Lê divê teqez tu kes xwe bêzar neke. Hewceye em bo xwe dersan ji xeletiyên xwe bigirin û bêhtir bixebitin. Divê em bêhtir biçin ba gelê xwe. Têkoşîna me ya ji bo avakirina komara demokratîk dê bibiryartir bidome. Hilbijêrên Partiya Çepên Kesk xurt in. Em ê bibin Xizirên hev û vê pêvajoyê derbas bikin.”