Bayindir: Em ê têkoşîna xwe berfireh bikin û faşîzmê têk bibin

img
ÊLIH - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku niha bala wan li ser hilbijartina Serokkomariyê ye û got: “Em ê têkoşîna xwe berfireh bkin û faşîzmê têk bibin.” 
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê li avahiya DBP’a Êlihê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Êlihê Keskîn Bayindir, rêveberên Partiya Çepên Kesk, HDP’ê û OHD’ê tev li civînê bûn. 
 
BANGA HILBIJARTINA SEROKKOMARIYÊ KIR
 
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Êlihê Seyît Bîlal Evren diyar kir ku tevî hemû zextan jî partiya wan di Meclisê de bûye partiya sêyemîn û banga banga beşdariya hilbijartina 28’ê Gulanê ya Serokkomariyê kir û ew li vir in û ji her demê bêtir xurtir in. Evren anî ziman ku li dijî tifaqa îktidarek l dijî jinan, kedkaran û kurdan dijminatiyê dike diçin hilbijartinê û got: “Em wek partiya sêyemîn a Meclisê di tûra ewil a hilbijartinê de derfet çêkir ku ev rejîm têk here. Ji bo em di tûra duyemîn de jî wan têk bibin hemû biryardariya me didome. Van 10 rojên pêşiya gelek girîng in. Em ê bi gelê me ku bûye henaseya têkoşîna me re teqez bi ser bikevin. Em ji gelê xwe bawerin wê dîsa bi heman biryardariyê biçe ser sindoqan û bersiva pêwîst a vê rejîma dijminane bide. Ji bo tûra duyemîn a hilbijartinê bi muhteşemiyê bi dawî bibe û destpêkek nû çêbibe hemû fersend di destên me de ne.” 
 
‘BALA ME LI SER HILBIJARTINA SEROKKOMARIYÊ YE’
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî destnîşan kir ku wan hem li bakurê Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê ji faşîzma AKP’ê re gotine ‘bes e’ û wiha got: “Li dijî rejîma Erdogan a destpotîk ji sedî 70’ê deng hat dayîn û hat gotinb ‘bisene’. Îktidarek 20 salî li gel ku hemû derfetên dewletê danî pişt xwe jî lê dîsa jî bi ser neket. Helbet em jî wek partî negihîştin hedefa xwe. Heke Erdogan wek serokkomar bê bijartin dê pêşî li parlamentoyê bigire û nahêle ku Meclis karekî bike. Em bi partiyek nû û di demek kin de çûn hilbijartinê. Bêguman kêmasî çêbûn, wê xwerexnekirin bê kirin. Lê belê niha hemû bala me li ser hilbijartina Serokkomariyê ye. Em ê li vî welatî deriyên dojehê bigirin. Çi ji destê me were em ê bikin. Em ê têkoşîna xwe berfireh bikin û faşîzmê têk bibin.” 
 
‘EM LI BENDA BIRYARA DESTEYA HILBIJARTINÊ NE’
 
Bayindir da zanîn ku li Êlihê rewşa parlamenteriyê niha 3-2 ye û got: “Me îtîrazî gelek sindoqan kiriye. Her çiqas desteya hilbijartinê ya navçeyê îtîrazên me red kiribe jî lê me serî li desteya hilbijartinê ya bajêr da. Niha li vir rewş didome û em li benda biryara ku ji vir derbikeve sekinîne. Lê belê niha rewş 3-2 ye.”