Ûysal: Em ê bi heman moralî biçin ser sindoqê

img
ŞIRNEX - Parlamentera Partiya Çepên Keskan a Şirnexê Newroz Ûysal diyar kir ku hilbijartinên tûra 2'yemîn ji bo demokrasiyê derfetek e û bang li her kesî kir  ku di 28'ê Gulanê de biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.
 
Hilbijartinên parlamenterî û serokkomariyê di 14’ê Gulanê de hatin lidarxistin. Hilbijartinên serokkomariyê ji ber ku ji namzetan kes bi ser ji sedî 50'yî re neket, bi dawî nebû û ma ji tûra duyemîn re. Di 28’ê Gulanê de wê bi deh milyonan kes dîsa biçin ser sindoqan û serokkomar hilbijêrin. Parlementera Partiya Çepên Keskan a Şirnexê Newroz Ûysal Aslan der barê tûra duyemîn a hilbijartinê de axivî. 
 
‘EV JI BO ME FIRSENDEK E’
 
Newroz Ûysalê diyar kir ku weke rêya sêyemîn şansê kurdan heye ku serkeftina ku daxwaz dikin bi dest bixin û wiha axivî:"Tûra yekemîn û duyemîn xwedî heman girîngiyê ne. Ji ber vê sedemê bêyî ku cudahiyê di navbera hilbijartina parlamanterî û hilbijartinên serokomariyê de bê kirin, divê xebatên me yên tûra duyemîn bi heman hêvî û stratejiyê berdewam bin. Ji ber ku ji wan her du armancên herî mezin, li dijî rejîma siyasî ya heyî bidestxistina piraniya parlamanter û parastina xeta sêyemîn e. Em di warê xurtkirina îradeya siyasî de ne dûr in. Îro ne hikûmeta heyî kare ku piraniya parlamentoya bi dest bixe, ne jî yên ku xwe weke hêzên demokrat bi nav dikin piraniya parlamentoyê bi dest bixin.”
 
XETEREYA PARTIYA REFAH Û HUDA-PARÊ
 
Ûysalê anî ziman ku di tûra yekemîn a hilbijartinê de hem desthilatdarî hem jî mûxalefet ji tiştên ku dixwestin bêpar mane û wiha domand: "Tûra duyemîn hem ji bo refleksa siyasî û hem jî ya civakî an jî cihêbûna parlamentoyê giring e. Û di heman demê de dê serokatiyê eşkere bike. Di wêneya parlamentoyê de ku derketiye holê her kes di nava helwesteke reşbîn de ye. Ji ber ku Huda-Par û Partiya Refahê ketine meclisê. Ev partî dijminatiya jinan, elewiyan û kurdan dikin.”
 
‘NIKARIBÛN BI SER BIKEVIN’
 
Ûysal got ku kurdan di vê hilbijartinê de dengê xwe li dijî faşîzmê bi kar aniye û wiha domand: "Di tûra yekemîn de ku hem bi awayekî qanûnî hem jî hemû polîtîkayên kontra yên em îro li dijî wan têdikoşin nikaribûn serkeftina xwe ragihîne. Sedema herî mezin a vê yekê jî ew e ku kurdan li Kurdistanê deng dane Kiliçdaroglû, dengê xwe dan namzeteke ku bi awayekî stratejîk li dijî wî derdikeve û dikare faşîzmê paşve bixe. Ev mijareke pir girîng e.”
 
XETEREYA LI PÊŞIYA JINAN
 
Ûysalê da zanîn ku ev hilbijartin herî zêde ji bo jinan re girîng e û ev tişt gotin: "Ji ber ku di tûra duyemîn de tevî hemû bêhiqûqî, zext, şantaj û gefan têk çû, divê tûra 2’yemîn ji bo me bibe hêviyek. Di qonaxa 2’yemîn de divê em vîna têkoşînê hembêz bikin. Divê em motîvasyona xwe kêm nekin, hêvî bikin û bi ser bikevin. 28’ê Gulanê bi qasî 14’ê Gulanê girîng e. Ji bo vê yekê jî pêwîst e hem em û hem jî rêxistinên me yên partiyê, bi taybetî gelê me, motîvasyona xwe ji bo bikaranîna dengên sindoqan zêde bike û deng bide namzetê din ku bikare vê pergalê paşde bixe. Di tûra 2’yemîn de windakirina Recep Tayyîp Erdogan ji bo me wê bibe bersiva herî mezin a siyasî. Hemû hilbijêrên li Tirkiye û Kurdistanê, bi taybetî hilbijêrên li derve, jin,ciwan divê biçin ser sindoqan. Bi taybetî jî wêneyê parlamentoyê yê heyî ji bo me jinan nîşana xetereyê ye. Ji ber vê yekê divê her kes di 28’ê Gulanê de biçe ser sindoqan û dengê xwe bide."