Akdogan ê HDP'î: Pirsgirêka AKP'ê ya bendê heye

img

EDENE – Rêxistina DBP'ê ya Bajar a Edeneyê kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Nihat Akdogan, diyar kir ku wekî gelê kurd li dijî zextan li ser piyan in û wiha got: "Ne HDP, pirsgirêka AKP'ê ya bendê heye. 

Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP'ê ya Edeneyê li Salona Şîrîn Muzîkholê ya Edeneyê 1'emîn Kongreya Asayî pêk anî. Salona kongreyê bi alên DBP'e hatin neqişandin û pankartên “Em xwe bi rêxistin bikin, bibin vîn û azad bibin", “Bi civaka ronî dibe ber bi pêşeroja azad ve" “Tecrit sûcê mirovahî yê ye, li hember  vî sûcî bêdeng  nemîne” û “Eger em nebin yek emê biçin yek bi yek” vekirin. Di kongreyê de Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nihat Akdogan û endamê Meclîsa DBP'ê Ayşe Çelikbilek û Erol Demirhan û gelek kesên din amade bûn. Kongre piştî hilbijartina dîwan bi rêzgirtinê dest pê kir. 
 
‘EMÊ TÊBIKOŞIN' 
 
Di civînê de Hevserokê DBP'ê ya Edeneyê Şukran Efeturk, diyar kir ku di bin zexten mezin de têkşîna xwe berdewam dike û banga têkoşîn û berxwedanê kir. Endamê Meclîsa DBP'ê Erol Demirhan jî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Tifaqa AKP û MHP'ê bêtir şer û rijandina xwînê ye. Bêtir yekperestî ye. Divê em vê xwîn û van hêsirên çavan rawestînin." 
 
KURD LI SER PIYAN IN
 
Di kongreyê de Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Nihat Akdogan, diyar kir ku wekî gelê kurd li dijî zextan li ser piyan in û wiha got: "Ne HDP, pirsgirêka AKP'ê ya bendê heye. Di cirava Rojhilata Navîn de xwîn û komkujî heye. Kesên kujer, faşist û dijminê ol li rojhilata Navîn bûne desthiladar. Behsa biratiyê dikin, lê çand, ziman û baweriyên hev qebûl nakin. Duh kurdan serî netewand îro jî serî natewînin. Em komkujî û şer qebûl nakin. Ji tirsan naxwazin em siyasetê bikin. Îktîdar ji kesên têkoşînê didin ditirsin. Welat ketiye bin qeyrana aborî. Ji roja AKP hatiye ser îktidarê heta niha qeyrana aboriyê heye. Buhayê betropê bê navber zêde dibe. Qîmeta pere kêm dibe. Dizî, nelirêtî, xizanî her ku diçe zêde dibe. Çavkaniyên avê pêşkêşî çend şîrketan dikin. Aboriya welat her ku diçe xera dibe. Welat her ku diçe têk diçe."  
Piştî axaftinan û xwendina raporan hilbijartina rêveberiya bajar a DBP'ê pêk hat. Ji bo hevserokatiya Bajar a Edeneyê Şukran Efeturk  û Mehmet Yaşik hatin hilbijartin.