‘Darên li Geliyê Godernê bi kîjan sedemê tên birîn?’

img

AMED - Birîna daran a ji aliyê cerdevanan ve li Geliyê Godernê tê kirin, bir rojeva Meclisê. 

 
Birîna daran a li Geliyê Godernê yê di sêgoşeya navçeyên Pasûr, Licê û Farqînê yên Amedê de bir rojeva Meclisê. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Ceylan Akça ji bo Wezîrê Çandinî û Daristanê Îbrahîm Yûmakli bibersivîne pêşniyazpirsek pêşkeşê Serokatiya Meclisê kir. Akça di pêşniyazpirsa xwe de cih da taybetmendiyên ekolojîk, dîrokî û xwezayî yên Geliyê Godernê. Akça, bi bîr xist ku li Geliyê Godernê bi hinceta “ewlehiyê” dar tên birîn û anî ziman ku ev yek zirar dide gelî.
 
Akça ji bo Wezîr Yûmakli bi bersivîne ev pirs pirsîn:
 
“*Birîna daran a li herêma Geliyê Godernê ji aliyê kîjan saziyê ve bi kîjan hincetê hatiye daxwazkirin?
 
* Wezareta we ji mijarê agahdar e?
 
* Darên li herêmê tên birîn ji aliyê kê ve ji bo çi tên bikaranîn?
 
* Wezareta we dê ji bo birîna daran bisekinîne bikeve nava hewldanan?
 
* Wezareta we têkildarî birîna daran ku gelê herêmê û tevgerên ekolojîk weke ‘hilweşîna ekolojîk a bêveger’ dinirxîne, sûdeke cemaweriyê ya çawa têde dibîne?”