Qedexeyên derketina derve ji wezîr Yerlîkaya hat pirsîn

img
ENQERE - Partiya Çepên Kesk ragihandina qedexeya derketina derve ya li gund û mezrayên Xîzan a Bedlisê xist rojeva Meclisê. 
 
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Huseyîn Olan, qedexeya derketina derve ya li gund û mezrayên navçeya Xîzan a Bedlîsê hatiye ragihandin xist rojeva Meclisê. Olan, bi daxwaza ku Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya bibersivîne, pêşnûmepirsek da Meclisê. Olan, di pêşnûmepirsê de bal kişand ser daxuyaniya Walîtiya Bedlîsê û ev pirs kirin: “Ji bo ku welatiyên li herêma qedexe lê hatiye ragihandin bikarin xwe bigihînin pêdiviyên jiyanî yên sereke, wezareta we çi xebatan dike? Di nava 5 salan de kîjan bajar û navçeyên Herêma Rojhilat û Başûrêrojhilatê Anatoliyayê weke herêma taybet hatine ragihandin û qedexeya derketina derve lê hatiye ragihandin? Eşkereye ku qedexeyên derketina derve û rewşa şer zirarê dide avadaniya fîzîkî ya bajaran û ziyaneke mezin digihîne gel,  wezareta we ji bo didawîkirina van helwest û sepanan çi xebatan dike? Heke xebat hebin gelo ev çi ne? Qedexeya derketina derve ya bêdem û di tevahiya rojê didome, gelo ma ne bipêkirina mafên sereke û berpirsyartiyên navneteweyî ye? Welatiyên gundê Xelepûrê yên bi navên Sakîn Altin, Muzaffer Altin û Bedrettîn Altin bi kîjan sedemê hatine binçavkirin?”